
Kurdên li Rûsyayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê şermezar kir. Kurdên li navçeya Mîçûrînsk a bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê hatin cem hev û çalakiyek çalakiyek li dar xist. Çalakî li ber Navenda Çanda Kurd hate lidarxistin û ji aliyê Meclîsa Gel a Mîçûrînskê ve hate organîzekirin.
Ji rêveberên meclîsê Balaxan Patiyev li vê derê axivî û got, ”Dewleta Tirk ji berê ve dijminatiya Kurdan dike û xwe pê xwedî dike. Kurdan mîna koleyê xwe dibîne. Lê belê gelê Kurd ti carî koledarî qebûl nekiriye û timî serî hildaye.”
Patiyev îşaret bi destketiyên gelê Kurd ên li Rojava kir û got, ”Dewleta Tirk dixwaze kiryarên xwe yên faşîst ên li Bakurê Kurdistanê, li ser Efrînê jî ferz bike. Kurdên li çar aliyên cîhanê, divê xwedî li Efrînê derkevin.” Bi vê re jî Patiyev bang li hemû hêzên navneteweyî û dewleta Rûsyay ku ew welatiyê wê ne, kir ku li ber êrîşên dermirovhî yên Tirkiyeyê rabin.
MOSKOV