Komîteya Rêveberiya Dibistanan bi armanc moraldayîna zarokan û derxistina aliyê wan ê pîşeyî şahiyek ji zarokan re lidar xist.

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a bajarê Amûde ji bo moral dayîna zarokan û pêşxistina aliyê wan ê pîşeyî şahî organîze kirin. Şagirt, mamoste, Rêveberên Kongreya Star û endamên Navenda Horî ya Çand û Hunera Demokratîk a bajarê Amûde tevlî şahiyê bûn.

Şahiyê bi deqeyekê rêzgirtine dest pê kir û paşê mamosteyê zimanê Kurdî Hesen Hesen xêrhatina beşdarvanên şahiyê kir û got ji bo moral û aliyên şagirtan ên pîşeyî derxistine pêş ew ê her tim şahiyan organîze bikin.

Şagirtan li ser girîngiya fêrbûyîna zimanê dayîkê şano amade kiribûn û pêşkêş kirin. Her wiha komên zarokan ên navenda Horî ya Çand û Huner awazên şoreşgerî vegotin û floklorên gelêrî gerandin. 


AMÛDÊ