Bi armanca piştgiriya Rojava û danasîna PEN a Kurd, Şandeyek ji serokê PEN’a Kurd Şêxmûs Sefer, cigira serokê PEN’ê Berîvan Doskî, endamê PEN û edîtorê kovara W Omer Fîdan pêk dihat serdana Rojava kir. Şandê ji aliyê Serokê Ragiyandina Azad Kemal Mihemed, seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed, nûnerê PEN a Rojavaya Kurdistan Kone Reş,  berpirsê têkiliyan a Yekîtiya Star Nûjîn Yusif û gelek niviskar û rojnamegeran ve hatin pişvazîkirin.

Şande gera xwe ya Rojava bi serdana gora hunermendê navdar Mihemed Şêxo ya li goristana Helîliyê ya kevn despêkirin. Şande li vir qevdek gul danî ser gorê, li ser jiyana têkoşer û hunermendê Kurd axaftin hatin kirin.
Hat zanîn ku dê şande biçin serdana Navenda Yekîtiya Star, birîndarên di şerên li dijî komên çeteyan yên  li nexweşxaneya Wetanî a Qamişlo, Ragiyandina Azad Rojavaya Kurdistan, Rojnameye Ronahî, Studyo ya Tv Ronahî, Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê.
Şande dê îro li Navenda Ciwanan saet 10.00 civînekî danasîna PEN’a Kurd pêk bîne, endam kirina nivîskarên Kurd li Rojava, nûnertiya PEN’a Kurd li Rojava li dar bixe.

QAMIŞLO