
Şanoya Agonê îsal piştî pêşandana lîstika bi navê 444, dê 3 lîstikên din jî bide nîşandan. Ji endamên Şanoya Agonê Mustafa Çavuş anî ziman ku, amadekariyên lîstikên bi navê Kopekler (Kûçik), Hiç Kimsenin Oykusu (Çîroka ne ti kesî) û Tek Kişilik Cinayet (Kuştina yek kesî) bi dawî bûne.
Şanoya Agonê ya ji 2011’an ve li Mêrsînê bi awayekî çalak fealiyetên xwe dimeşîne, hefta çûyîn lîstika bi navê 444 nîşan da û piştî vê lîstikê dê 3 lîstikên din jî bide nîşandan. Ji endamên Şanoya Agonê Mustafa Çavuş der barê komê de wiha axivî: “Em çend salan bi komekê re xebitîn. Lê belê, koma em pê re dixebitîn, bêtir bi mebesteke bazirganî lîstik didan nîşandan. Ji ber vê yekê, tişta dixwazî vebêjî nikarî vebêjî. Dema armanca bazirganiyî li pêş be, di her tişta tu ev dibêjî sînorek heye. Halbûkî em di hunerê de behsa azadiyê dikin. Divê azad be, gerdûnî be, sînoreke vî karî tune ye, vegotin esas e, lê belê tu nikarî vê bikî. Li ser vê me ev ava kir. Lê belê, heta wê demê me li gelek cihan xebatên xwe meşandin. Piştî 2005’an şiklekî sazîbûyînê wergirt û di sala 2011’an de jî tam bi awayekî sazîbûniyî tevgeriya.”
Civateke şanoyê ya kolektîf
Çavuş anî ziman ku her ku wan têkilî û pêwendî danîn, girseya wan xurt bûye û got: “Kesên nû tevlî bûn. Agon jî wiha ava bû. Di nav Agonê de sazî hene. Di nav her saziyê de beşên cuda cuda hene. Saziyeke ku ji çend kesan pêk tê û lîstikan diyar dike heye. Ji xwe Agon ne saziyeke ku aîdî kesekî/ê tenê ye. Ev der civateke şanoyê ya kolektîf e.”
4 lîstikên cuda
Çavuş anî ziman ku, Komeleya Şanoyê ya Mêrsînê îsal 21 lîstikên şanoyê dane nîşandan, ji van lîstikan 4 jê aîdî Agonê ne û got: “Ji van lîstikan me lîstika 444 wan nîşan daye û dê di rojên pêş de jî lîstikên bi navê Kopekler, Hiç Kimsenin Oykusu û Tek Kişilik Cinayet em ê bidin nîşandan.”
‘Kûçik’
Çavuş diyar kir ku, di lîstika Kopekler de kesê hêz di dest de ye dê hêzê çawa bi kar bîne vedibêje û wiha peyivî: “Ne girîng e di dest kê de ye. Têkildarî xwezaya mirova ye. A rast hem balê dikişîne paşerojê hem jî îro.” ‘Çîroka ne tu kesî’
Çavuş destnîşan kir ku, ew di lîstika ‘Çîroka ne tu kesî de’ balê dikşînin noqteyek mirovahiyê û got: “Dema du leşkerên dijmin ji şer vedigerin, di heman kompartimanê de rastî hev tên û diyar dibe ku hevdu nasnakin. Lê piştî çend sohbetan hevdu nas dikin û bi kîn û nefretê nêzî hev dibin. Di ser vê re a rast em vedibêjin ku, yên dijminahiyê diafirîne mirov bi xwe ye.”
‘Kuştina yek kesî’
Çavuş ragihand ku, di lîstika ‘Cinayeta Yekesî’ de li dor lîstikeke ku mirov karekterên di hundurê xwe de kuştiye diçe û tê û wiha peyivî: “Di navbera kesê ku civakê tesîr lê kiriye û kesê ku dixwaze bibe kes de pêwendiyê datîne. Û a rast kes fêm dike ku ew xwe li gor civakê dîzayn dike û ji ber vê xwe kuştiye. Bi kurtûkurmancî ya vedibêje ew e ku, me xwemaliya xwe winda kiriye, nabin xwe.”
MÊRSÎN