Domînîqûe Adenot ê ji Partiya Komunîst a Fransayê bi serenavê “Kampên penaberên Sûriyeyî yên li bajarên Kurdan: Banga lezgîn” daxuyaniyeke çapemeniyê weşand û diyar kir, di demeke Serokkomarê despot Erdogan tevî hevkariya bi DAIŞ‘ê re penaberan vedigerîne de, li Tirkiyeyê drameke mezin heye.
Adenot bibîr xist, ku bi deh hezaran penaberên ji Rojava bi taybetî ji Kobanê hatine, li Bakurê Kurdistanê ji aliyê şaredariyên DBP’yî ve hatine vehewandin û da zanîn, fonên ji bo penaberan ji Ewropayê hatine şandin, ji aliyê Erdogan û hikûmeta wî ve hatine desteserkirin.
Şaredar Domînîqûe Adenot ragihand, tevî hemû êrîş û hilweşandinê jî li Cizîrê 1.600 penaber hewl didin jiyana xwe bidomînin û bang li komele, malbat û komên alîkariyê yên li bajarê Champîgny-sûr-Marne kir. Adenot xwest, ji her malbateke penaber re mehane 150 Euro destek were dayîn û bi vî rengî bibin birayên hev. Şaredar Adenot ji bo piştgiriya bi kampa penaberan a li Cizîrê banga piştgiriyê kir.
PARÎS