Şandeya ji 12 serokên şaredariyên bajarê Wanê pêk tê, serdana Kantona Kobanê kirin. Şande ji aliyê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Xalit Berkel, Serokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyên û ji aliyê Serokê Desteya Tendirûstiyê ve hate pêşwazî kirin. Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim axivî û diyar ku berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nîşan da, ne tenê ji bo parastina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bû, ji bo parastina tevahî morovahiyê bû.
Piştre Hevserokê Şaredariya Navçeya Elbakê Îhsan Koler destnîşan kir ew riya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bişopînin û got ku Kantona Kobanê warê lehengî û tekoşînê ye.
Hevserokê şaxê Şaredariya Wanê Ercîşê Dîba Keskîn jî daxuya kirin ku wan ji bo piştgirî û alîkariya welatiyên Kobanê bikin û Kobanê ji nû ve ava bikin, serdana Kanton kirin.
Firne û aşxane hate vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî ji bo alîkariya welatiyên Kobanê li Pirsûsê firinek û aşxaneyek vekir. Xebatkarên aşxanê û firinê gotin ku ji bo hemû welatiyên Kobanê yên ku di nava konbajarên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatine vekirin de dixebitin û ji bo welatiyan xwarinê û nanê germ çêdikin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya got ku her çiqas wan firnek vekiribe jî li hemberî berxwedana Kobanê alîkariya wan pir hindik dimîne û her wiha ji vir şûnde çi ji dest tê wan bê ew ê bikin.
Kaya got ku xebatên wan kêm in û ew ê xebatên xwe zêdetir bikin. Kaya axaftina xwe wiha domand: “Em dizanin ku pêvajoyekê giran de em derbas dibin û ji bo wê jî ne bi tenê şaredariya Wanê em bi gelê xwe yê Wanê re çi ji destê me bê em ê bikin. Hem ji bo pêwîstiyên welatiyan hem jî xebatan ku em bi cih de bibînin em hatin Pirsûsê.”
RIHA