Yek ji banliyoyên mezin ên Parîsê Gonesse e. Şaredarê wê Jean Pierre Balzy, ji Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê ya Konseya Ewrûpayê re (CPT) name şand.

Balzy bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang kir ji bo dawîhatina li vê tecrîdkirinê gav bên avêtin. Di nameyê de şaredarê Gonesseê bi bîr xist ku Ocalan ji ber ku miletekî ku welatê wî nayê qebûlkirin, parastiye, ev 20 sal in di hepsê de ye, û mafên wî jî hatine xesp kirin. Şaredar îşaret bi êrişên komkujer ên li dijî Kurdan ên li Tirkiye, Iraq û Sûriyê kir û got, “Divê raya giştî ya navneteweyî têkoşîna Kurdan a li Iraq û Sûriyê zora DAIŞ´ê bir, ji bîr neke.”

Şaredarê gonesseê Jean Pierre Balzy ji bo bidawîkirina tecrîdê wiha dewam kir: “(Ocalan) ev 20 sal in ku têra xwe rastî zext, zilm û qedexeyê hatiye. Niha ji bo ku ev şert û merc biguherin, di serî de li Strasbourgê li gelek deveran çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin.” Di dawiyê de jî wî ji bo şert û mercên hepsê yên Ocalan ên li dijî hiqûqa navneteweyî biguherin, bi awayekî lezgîn gav bên avêtin.

 

PARÎS