
Qadir: Televizyona Kurdan mafekî rewa ye
Qadir, anî ziman ku gelek caran bûyerên wiha pêk hatiye û ev rûreşiyên li Ewropayê ye û wiha got: “Tê zanîn ku, Tirkiye bi rêbaza dadgehan Roj TV negirt. Lê heman demê dîplomasiya qirêj xist rê û bi wê şêweyê xwest Roj TV bide girtin. Dibe ku Ewropa televîzyonên Kurdan ragihandinek alîkarê terorîzmê binav bike. Lê divê baş bizanibin ku 45 mîlyon Kurd wek dîtina Ewropa televîzyonên xwe nabîne. Roj TV ji bo Kurdan pir rewa û mafeke zagonî ye.”
Qadir, destnîyan kir ku biryara rawestandina wêşana Roj TV û komkujiya ermeniyan hate serdemekê û wiha berdewam kir got: “Gelek caran dewletên ewropa ji bo desthilatan razî bikin li alîyekî mafê gelekî diparêzin, li aliyêdin mafê gelê din binpê dikin. Ev helwesta Fransa li hemberî gelê Kurd durûtî ye.
Qadir, bilêv kir ku dewleta Tirk li dijî Roj TV û gelê Kurd dijminatiyek mezin kir û wiha pêde çû: "Dewleta Tirk bi girtina Roj TV dijminandiya gelê Kurd dike. Lê ev hewldana wê bi ser nakeve. Berê jî MED, MEDYA TV qedexe kir. Lê Roj TV û televîzyonên din ava bûn.
Talabanî: Biryareke sosret e
Pisporê makeqanûnê Dr. Nûrî Talabanî jî ji ajansê re axivî û diyar kir ku, azadîya ragehandin yekem pîvanên sereke ye Beyannameya Neteweyên Yekbûyî ye û wiha got, “Bi taybetî ev dewletên ku komalgehên sereke têde jiyan dikin nikarin pêşeya azadiyan bigrin û pêkanînên wiha yen sosret pêk bînin. Ev li Lubnanê jî wiha ye, bo welatên din û bo Kurdan jî wiha ye. Ji ber wê yekê jî ez dibêjim pêşî girtina ragihandina azad gavake dij demokrasî û mafê mirovan e.
Ji Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê daxuyani
Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê (KJS), biryara girtina Roj TV, şermezar kir. Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê (KJS), girtina Roj TV şermezar kir KJS'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirkiye bi armanca girtina Roj TV. gelek zext û gefên cur bi cur li hember welata Danîmarkê pêk anî û wiha got: "Ji bo girtina Roj TV, gelek zext li ser ewropayê kirin. KJS’ê destnîşan kir ku girtina kenala Kurdî ku deng û rengê Kurdan e tê wataya ku Tirkiye hem li dijî pêşxistina demokratiyê bûye asteng û hem jî li pêş azadiya çapemeniyê bûye azdeng.
KJS’ê diyar kir ku ew ji ber vê pêngavên li dijî azadiya çapmenî û demokrasiyê weke ‘Lejneya Dakokî kirin (piştgîrî) ji azadiya rojnamevanî û mafê rojnamenivîsan’ ji Sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê girtina Roj TV bi tûndî îdane dikin. KJS’ê, da zanîn ku pêwiste YE û xelkê azadîxwaz û rewşenbîr li hember vê yekê bêdeng nemînin û wiha got: "Piştgîrî li her xwestekek xelkê Kurd bikin li kuderê dinya yê be, ku dixwaze bi rêka mediya yê van tiştan rexe ber çavan ku bi serê Kurdan de tê”.
KSJ’ê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Girtina Roj TV û her kenalek din a Kurdî bi çi sedemê dibe bila bibe nayê qebûl kirin û li dijî mafê çapemeniya azad û azadiya ramanê ye.
Zehmetkêşên Kurd biryar şermezar kir
Hizba Zehmetkêşanên Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku her kes dizane ku Roj TV dengê bi milyonan Kurdan e û biryara qutkirina weşana Roj TV ya ji aliyê şîrketa Frensî Eutelsatê ve şermezar kir.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê di daxuyaniya dayî de diyar kir ku her kes dizane ku Roj TV dengê bi milyonana Kurdan e û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê weşanê dike.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em vê biryara qutkirina weşana Roj TV bi tundî şermezar dikin. Ev biryar ne li gorî tu pîvanên azadiya çapemenî û mafê mirovan ne. Îro dewleta Tirk li ber çavên her kesê komkujî bi ser Kurdan tîne. Roj TV van rastiyan dibîne û diweşîne.” Her dawî careke din biryara dadgeha Denmarkî û şîrketa Eutelsatê bi tundî tê protestokirin.
ANF/HEWLÊR