
Konseya Rêveber a KNK’ê, der heqê biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ya rawestandina lîsansên NÛÇE TV, MMC û ROJ TV daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser hewldanên hevkar ên dewletên Danîmarka û Tirkiyê yên li dijî çapemeniya Kurd.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, ev biryar şopeke qirêje û dûrî prensîbên azadiya çapemeniyê ya navnetewî ye. KNK’ê diyar kir ku ev biryar di çapemeniya cîhanê de bê mînak e û destnîşan kir ku, yekem care kargeheke çapemeniyê bi cezayekî ewçend giran ê pere tê cezakirin.
Konseya Rêveber a KNK’ê ragihand ku ev biryar ne huqûqî siyasî ye û li pişt dewleta Tirk heye û got, “Ev biryara bi hevkariya dewleta Tirk li dijî çapemeniya Kurd hatiye stendin, ne tenê biryareke ne rewa ye, di heman demê de dikare ji pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Kurdistan û Tirkiyê tê meşandin, bibe asteng.”
KNK’ê bang li Dadgeha Bilind a Danîmarkayê kir ku nekeve bin bandora siyaseta dewleta Tirk, ji vê biryara xwe ya bê rewa vegere û ji rêzê li mafê azadiya çapemeniyê bigire.
KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû partî, rêxistin û saziyên sivîl ên Kurd kir ku li dijî vê biryarê bêdeng nemîne û xwedî li deng, reng û hebûna xwe derkevin.
Xwedî li çapemeniya azad derkevin
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî, li hemberî biryara girtina NÛÇE TV, MMC û ROJ TV nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniya KCD’ê de hat destnîşankirin ku Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê mora xwe avêtiye binê biryareke sosret a huqûqê binpê dike û wê weke şopeke qirêj li dîroka demokrasiya Danîmarkayê bicih bibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di encama dozeke bi neheqî û bêhuqûqî hat meşandin de, dengê gelên cîhanê bi taybetî jî dengê gelê Kurd lîsansên weşanê yên NÛÇE TV, MMC û ROJ TV hatine betalkirin, di ser re cezayekî giran ê pere hatiye birrîn. Weke ku di mînaka MED TV û MEDYA TV de hat dîtin, ev biryar li dijî çand û nasnameya gelê Kurd biryareke bêhurmetî ye. Ev biryar, darbeyek li azadiya çapemeniyê, azadiya wergirtina nûçeyan a gelê Kurd e.”
KCD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dema wergirtina vê biryarê û diyar kir ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de girtina biryareke bi vî rengî ne rasthatine. Daxuyaniyê weha dewam kir:
“Bêguman, polîtîkayên antî Kurd, zext û hewldanên Tirkiyê bandor li wergirtina vê biryarê kirine. Lê belê, nêzîkatiya şaş a dewletên Ewropayê li pirsgirêka Kurd, bingeha vê biryarê pêk tîne. Di vê biryarê de jî hat dîtin, ku ev nêzîkatî û pratîkên weha, xizmetî neçareseriyê dikin. Ev biryar di heman demê de nîşan dide ku gotinên demokrasî û mafên mirovan çiqasî alîgir in. Pêwîste Yekitiya Ewropa û saziyên navnetewî, bi hewldanên xwedî niyeta baş, alîkariyê bidin vê pêvajoyê.
Ji Apê Mûsayan heta Bûrhan Karadenîzan, kevneşopiya çanda azad xetek li ser berdêlên giran hatiye avakirin e. Ev pêkanînên dij huqûqî, wê nekaribin lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd û kevneşopiya dengê azad ê Rojhilata Navîn, têk nebin.”
KCD’ê bang li Danîmarkayê kir ku di pêvajoya temyizê de biryarê sererast bike û ji gelê Kurd ê li Ewropa û li her devera lê dijî xwest, di kesayetiya NÛÇE TV, MMC û ROJ TV de xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derkeve.
BRUKSEL /AMED