Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji 1’ê Hezîranê û vir ve ji sedî 90’ê  bajarê Minbicê ji komên çete  rizgar kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji sê aliyan girtin ser Çerxerêya El-Cezîrê û piştî şerekî 48 saetan çerxerê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Operesyona rizgarkirina Minbicê bi hemû hêza xwe dewam dike. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kolan bi kolan, mal bi mal navenda bajêr kontrol dikin û bi pêş ve diçin. Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê ji sedî 90 ji bajarê Minbicê ji aliyê şervanên Mecllîsa Leşkerî ya Mibnicê ve hatiye rizgarkirin. Şervan niha li navenda bajarê Minbicê şerê çeteyan dikin û xetên pêş ên parastina çeteyan ku dikevin Çerxeriya El-Beta û taxa El-Şêx Iqêl dişkînin.

Heta niha, ji bilî navenda bajêr bi dehan gund ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin û bi hezaran sivîl hatine rizgarkirin. Herwiha derbên giran li çeteyan hatine xistin.


Çerxerêya El-Beta hat paqijkirin

Şervanên Minbicê di pêşveçûnên xwe yên li Mibnicê de Çerxerêya El-Beta ji çeteyan rizgar kirin. Ji herêma şer hate ragihandin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibnicê doh sibehê piştî şerekî dijwar ev çerxerêya ku dikeve başûrê bajarê Minbicê rizgar kirin. Çerxerêya El-Beta yek ji deverên girîng û stratejîk e ku ji çeteyan hate rizgarkirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Firina bajarê Minbicê ya otomatîk, ji çeteyan rizgar kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji sê aliyan girtin ser Çerxerêya El-Cezîrê û çerxerê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şervanên Minbicê rojane nuqteyên sitratejîk ên wekî taxê El-Hezawne, El-Nebwanî û El-Niêmî ji çeteyên DAIŞꞌê rizgar dikin. Di 30ꞌê tîrmehê de jî şervanên rê û çerxerêya Cizîrê (girîngtirîn cihên çeteyan) rizgar kirin.

Çerxerêya Cizîrê li daketina rojhilatî bajarê Minbicê dikeve û 800 m dûrî navenda bajêr e. Di çexerêyê riya giştî ya di navbera Kantona Cizîrê û Minbicê, derbas dibe. Çerxerê navgîna di navbera rojhilat û rojavayê bajêr de ye û bi çerxerêya El-Beta’yê li daketina navenda bajêr dikeve ve girêdayî ye. Taxên rojhatî bajêr ji navenda bajêr qut dike. Bi rizgarkirina çerxerêya Cizîrê re, şervanan dest danîn ser taxên rojhilat û bakur rojhilatî bajarê Minbicê.


Cihê stratejîk yek bi yek hatin girtin

Piştî ku rê û çerxerêya Cizîrê hat rizgarkirin, şervanan berê xwe dan çerxerêya El-Beta ya daketina navenda bajêr dikeve.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mezlûm Minbic bi hevalên xwe re rê û çerxerêya Cizîrê rizgar kir da zanîn ku şervanêm Meclîsê êrîşî çerxerêyê kirin, 48 saetan de ji çeteyan rizgar kirin derbeyên mezin li wan xistin û wiha axivî:” Piştî rizgarkirina çerxerêya Cizîrê, şervanên me berê xwe dan çerxerêya El-Beta û taxên rojhilatî bajêr da ji çeteyan rizgar bikin.” 


 ANHA/MINBIC