Destpêka salên 1900´î li navçeya Mêrdînê Midyadê, kalekî sefar, yan jî qilêker. Kalbûna wî ji hêza çalakbûna wî ya di jiyanê de ti tişt nebiriye. Barê xwe yan nû daniye, yan jî nû dihilîne û dikene, bi qasî ku ji me ve îro diyar e. Li herdu aliyên mêzîna diavêje ser milên xwe, amûrên wî yên hilberîn û karkirinê hene. Ew ê ha niha rabe û biçe û bike qêrîn; sefar hat, kî dixwaze sifrê xwe qilê bike? Detayên din? Ew jî hene di vî wêneyî de, peykerekî ji serdama romayî (belkî ji Romaya Rojhilat yanî Bîzansê be) diyar e û kevirên şekirî û neqişandî yên kevne dîwarekî hewşan, yan jî serbanan xuya ne li erdê.
Ji sedsala bihurî kalekî sefar