Di festival û pêşbirka kurtefilman a Hollandayê ´2016 Goshort Nijmegen´ de di beşa pêşbirka Ewrûpî de The Sniper of Kobani (Segvanê Kobanê), bi derhêneriya sînemavanê Kurd, Reber Dosky xelata belgefilma herî baş wergirt. Di festîvalê de Spoetnik bi derhêneriya Noël Loozen jî xelata filma fîksiyon a herî baş wergirt. Filma Rêber Dostky 19´ê Adarê jî li Kanadayê di festîvala kurtefilman a Saguenayê bi nirxandina juriya Quebecî, xelata filma herî baş wergirtibû. 


Dîmenên Harûn ji nava Kobanê

Herçî belgefim e, tê de pêşî mêrekî bejnbilind e ku tivinga wî bi milê wî ve daliqandî, di kolanên bajarekî ruxiyayî ango Kobanê dimeşe. Ha ev şervan segvanê Kobanê Harûn e. Dema dikeve hundirê dikaneke sertiraşiyê bi rêzdarî mirov nêzîkî wî dibin. Tevî her tiştî, ew bi tivinga xwe xelkê Kobanê diparêze ji bipêşketina DAIŞ´ê. Herçî sertraş e, gelek pirsên wî hene, lê Harûn gelek bersivan nade û li karê xwe vedigere. 

Em dibînin ew çawa xwe li pişt dîwaran vedişêre û carinan ew guleyekê berdide. Di navberê de ew li ser jiyana xwe weke segvanekî dihizire. Ew karê xwe yê ku bi tenê dike, rave dike. Ew behsa xewnên xwe û xewnereşkên xwe dike. Ji bo segvanan aqilekî di hesêb de xurt lazim e, divê dûrbûna ji hedefa xwe, leza tevgera hedefa xwe û xurtiya bê jî bihesibîne. Bi her halî, Harûn weke sirekî dimîne, lê belê ew dîsa jî teqez berê ruhê xwe dide temaşekeran. 


Da ku ji bo Kurdistanê şer bikin

Derhênerê filmê Rêber Dosky armanca çêkirina vê filmê weha vedibêje: “Bi vê filmê ez dixwazim nîşan bidim ku Kurd neçar hatine hiştin ku şer bikin. Pirraniya ciwanên Kurd wê tercîh bikin xwendina xwe bidomînin, biçin ger û geştê, û jiyaneke normal bijîn. Ew dixwazin bi tama tiştên herî xweş ên li dinyayê bitamijin, lê belê weha diyar e ku ev nabe nesîbê wan. Bi her halî, serfiraziya wan û evîna wan a beramberî welat wan bi heybet e. Ew xewnên xwe li pey xwe dihêlin da ku ji bo welatî xwe yê hezkirî ango Kurdistanê şer bikin.”  


‘Min jî dixwest li ser evîn û kulîlkan bixebitim’

Derhêner, Rêber Dosky Harûn weke yêkî ji şervanên ji û mêr ên li Kobanê ji Îlona 2014´an ve şer dikin dibîne û dibêje: “Li Rojava bi hezaran şervanên din hene ku xwîşka xwe ya piçûk, ango Rojava diparêzin. Bi Harûn ê ku di filmê de karektera sereke ye, min hewl da rûyekî hemû şervanên li Kurdistanê biresmînim. Em dizanin ku Kurdistan di demeke zehmet re derbas dibe. Rojava, Bakur û Başûr. Şengal, Amed yan jî Kobanê: niha li tevahiya deverên Kurdistanê dijwarî heye. Weke filmçêkerekî Kurd, ji min bi tenê ew tê ku ez vê rewşa zehmet bidim nasîn bi xelk û alemê. Min ê pirr hez kira ku filmekê li ser evîn û kulîlkan çêkim, lê mixabin rewşa li Kurdistanê ne wisa ye ku destûrê bide vê. Hêviya min ew e ku di paşerojê de ev ê bi ser keve.”


Festîvalên nû li benda filmê ne

The Sniper of Kobanê/Segvanê Kobanê hatiye neqandin ku li Festîvala Filman a Navneteweyî a Melbourneê (MIFF), li Cejna Navneteweyî ya Mafê Mirovan a  Filman a San Sebastianê û li Festîvala Navneteweyî ya Belgefilman a Madrîdê (DocumentaMadrid) wê were nîşandan.  


 NAVENDA NÛÇEYAN