Li hemberî operasyonên qirkirina siyasî û zextên li hemberî gelê kurd bêdengiya sazi û dezgehên navneteweyî yê li Ewrûpayê dewam dike, lê tevî vê yekê hin derdorên demokrat li dijî vê helwest nîşan didin. Senator Michelle Bîllout ji sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê Tahsîn Burcuoglu re der barê zext û zordariyên li dijî kurdan a dewleta tirk de nameyek şand. Bîllout destnîşan kir ku bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne û di nameyê de bi bîr xist ku di 7’ê Kanûnê de tevî şaredarê Sêrtê Selîm Sadak bi giştî 87 kes hatin binçavkirin.


Rewş xeter e

Billout da zanîn di dawiya meha Cotmehê de ew jî di nava delegasyona Fransayê de bû û bi Selîm Sadak re hevdîtin lidarxistine û diyar kir ku di dema serdana Kurdistanê de bi siyasetmedar, parlamenter, şaredar, sendîkavan, nûnerên komeleyan, parêzer, bijîjk û xwendekarên ku rastî zextan hatine re rûniştine û der barê rewşa heyî de agahî sitandine. Billout destnîşan kir ku rewş ji qasî ku difirin zêdetir xeter e û diyar kir ku li gelek bajarên weke Dêrsim, Edene û Rihayê li hemberî BDP û rêxistinên civaka sivîl operasyonên binçavkirinê pêk tên.
Billout destnîşan kir ku girtina kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin li dijî mafê mirovan e û skandaleke mezine û got ku ew ji ber vê rewşê bi fikar in. Billout li dijî zextan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku divê êdî daxwazên Kurdan li ber çavan werin girtin. Billout wiha got: “Li Tirkiyeyê û hemû cihên din yên binpêkirinên mafan pêk tên, divê zext û zordarî bên rawestandin. Kurd divê wekhev û azad bijîn. Divê pirsgirêka kurd êdî ji nedîtî ve neyên.” 

ANF/PARÎS