Di mîtînga li meydana Annasaûle ya Înnsbruckê de, bi sedan Awûstûryayê bi pankart û dowîzên xwe amade bûn. Kurdistaniyan jî bi pankartên xwe, lanet li şerê ji aliyê Erdogan ve hatiye destpêkirin anîn. Çalakgeran alên PKK, KCK, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Di mîtîngê de, rewşa 70 penaberên çend roj berê di qemyonekê de mirî hatin dîtin hat bibîrxistin û polîtîkayên şer ên dewletên cîhanê hatin şermezarkirin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Gamze Eren li vir peyivî û polîtîkayên şer ên lîderên siyasî bi tundî rexne kir. Eren got, “Şerên li Rojhilata Navîn ne tenê mirovan dikujin, di heman demê de berê mirovan dide sirgûniyê. Hin jê li ser rêyan jiyana xwe ji dest didin, hin jî bi hesreta dîtina welatê xwe çavên xwe li jiyanê digirin.“ Eren polîtîkaya Ewropayê ya li ser koçberan jî rexne kir û bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hêviya xwe ya ji bo hatina aştiyê li tevahiya cîhanê, anî ziman.
Li dû axaftinan girseya gel heta Goldenendach meşiya û dirûşmeyên “Derî li penaberan vekin“, “Bila şer biqede“ qîriya. Çalakiya ku bi pêşengiya Kurdan hat lidarxistin, ji gelê Awûstûryayê destekek mezin dît.
Piştî meşê çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan pêk hat û girseya gel piştre belav bû.
ANF/INSBURG