Meş bi rêzgirtinê û sirûda netewî li ser riya Hesekê destpê kir. Meşvanan wêneyên  cangoriyên azadiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, TEV-DEM, Tevgera Ciwanên Şoreşger û sembolên Kurdî hilgirtibûn. Meşvanan bê navber siloganên pişgirtiya bi YPG berzdikirin.

Meş li ber navenda PYD᾿ê bi dawî bû û li vir mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de Endamên Meclîsa PYD᾿ê Dr. Ciwan Mistefa axivî û da zanîn ku ew wek PYD᾿ê bi hemû hêza xwe dê pişgirtiya şervanên YPG᾿ê bikin. Mistrefa di axaftina xwe de Şêx Meşûq Xeznewî di salvegera koça xwe ya 8᾿emîn de bibîranî û da zanîn ku ji ber Şêx Meşûq bi îslam rast bag kir ji aliyê hêzên desthiladar ve hate înfaz kirin. Di berdewama axaftinaxwe de Mistefa, berxedana ku şervanên YPG᾿ê li Serêkaniyê berxwedaneke bê hempa nîşan dan û niha li Efrîn û Til Temir jî heman berxwedan tê nîşan dan.  
Di Mîtingê de Endamê PYD᾿ê Hisên Koçer axivî û hemû şervanên YPG᾿ê yên ku di berxwedana li Rojava de jiyana xwe jidest dan bibîr anîn û da zanîn ku hemû gelê Kurd heta dawî dê pişgirtiya berxwedana şervanên YPG᾿ê bikin. Koçer, derbarê êrîşên komên çete de jî ev tişt got: ᾿̓Komên çet hesabdikin ku Efrîn bi tena xwe ye. Bera baş bizanin ku hemû gelê herêmê li pişt Efrîn û YPG᾿ê ye.᾿̓
Di mîtîngê de peyamên TEV-DEM, Partiya Çep a Kurd, PDPKS, Saziya Malbatên Şehîdan û Yekîtiya Star hate xwendin. Di hemû peyama pişgirtiya berxwedana YPG᾿ê li Efrîn û hemû rojava hate kirin. 

SERÊKANIYÊ




Ji bo azadiya Ocalan ciwan meşiyan
Bi sedan ciwan pêr li ber Navenda Ciwanên Şoreşger a Bajarê Dirbêsiyê hatin cem hev. Ji vir ciwanan bi armanca pişgirtiya kampanya îmzeyan ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpê kirin berê xwe dan gundê Qenter a li ser riya Dirbêsiyê û Serêkaniyê da ku tev li meşa dirêj ku ji gundê Qenter heta gundê Qermanê bimeşin. Dema ciwan gihiştin gudnê Qenter ji aliya gundiyan ve bi siloganan hate pêşwazî kirin. Ciwan li ber parka Leyla Qasim kombûn û li vir beriya meş destpê bike, piştî rêzgirtinê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Dilşêr Dilgeş axivî û da zanîn ku ew wek ciwan pişgirtiya kampanya îmzeyan a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye destpê kirin dikin. Dilgeş destnîşan kir ku ew an wek ciwan heta niha ew an li herêma Dirbêsiyê zêdetir ji 10 hezar îmze berhev kirine.  Piştre ciwana xelekê govendê gerandin û stran gotin. Ji vir ciwana xwe birêxistin kirin û dest bi meşa xwe kirin. 

DIRBÊSIYÊ