Li ser navê dayikên Mexmûrê ku ev 20 roj in li ber seytereya PDK’ê çalakiya rûniştinê pêk tînin hevşaredara Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, ji serokkomarê Iraqê re nameyeke vekirî nivîsî û bang lê kir ku ku ji bo dawîlêanîna vê ambargoyê bikeve nav hewldanan.

Li ser navê dayikên Mexmûrê yên 19 roj in li ber seytera PDK’ê çalakiya rûniştinê pêk tînin, Hevşaredara Wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, ji Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re nameyeke vekirî nivîsî û bang kir ku demildest ji bo dawîlêanîna ambargo û dorpêçê bikeve nav tevgerê.

Îlhan, di nameyê de balê dikişîne ser rewşa lezgîn a mirovî ya wargehê jî û dibêje, “Ev sepandina li ser wargehê li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin. Ev rûreşiya kesên pêwendîdar û şerma mirovahiyê ye.”

Ambargoyeke neheq

Name wiha ye:’Ji bo Serokkomarê Komara Iraqê rêzdar Berhem Salih; weke hûn ji nêz ve dişopînin, ev bû du (2) meh in li ser wargeha me ya penaberan Mexmûrê ambargo, dorpêç û tecrîdeke aborî, mirovî û ewlehî hatiye danîn. Wargeha Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûr ku di sala 1998’an de bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û destûra dewleta Iraqê hatiye avakirin, niha bi awayekî bê heq û hiqûq di bin tecrîd û ambargoyê de tê hiştin. Gelek caran hewldan û serlêdanên me yên hevdîtina dezgehên pêwendîdar ji bo çareseriyê çêbibe jî ti bersiv nehatiye dayîn, veger li me çênebûye.

Mexmûrê gelek berdêl dan

Em dizanin ku cenabê we di van mijaran de bihîstiyar û xwedî helwest e. Ji bo derfetên ku em rasterast xwe bigihînin we û pirsgirêkê bi we re ragihînin tine ye, em bi riya çapemeniyê nameyeke wiha vekirî ji we re dişînin.

Weke ji aliyê cenabê we ve tê zanîn, gelê wargehê xwedî nasnameyeke siyasî û neteweyî ye. Bi heman awayî jî xwedî hest û helwesta neteweyî û welatperweriya Kurdistanî ye. Ev mijara bi dehan caran hatiye îspatkirin, hewce nake ku em dûv û dirêj rave bikin; hema bi du mijaran be jî heke mirov  mînak bide; dema êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kerkuk, Şengal û Hewlêrê pêk hatî, gelê wargehê bi giyana welatperwerî û neteweyî bi mal û canê xwe bergirî kir û xaka Kurdistanê parast. Di vê berxwedanê de gelek şehîd û berdel jî dan, niha jî xwedî vê bîr û baweriyê ye.

Dewleta Tirk êriş dike

Ligel ku wargeh di bin ewlehiya Destûra Bingehîn a Dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî de ye jî, di van demên dawî de bi gelek êrîşan re rû bi rû ma. Heta niha 3 caran balafirên dewleta Tirk êrîşî wargehê kirine, 9 welatî qetil kirine, gelek kes birîndar bûne û gelek zirar û ziyana maddî pêk hatiye. Ev mijareke eşkere ye ku dewleta Tirk, li dijî serwerî û serdestiya dewleta Iraqê di nav dek û dolab û lîstokan de ye, xak û serweriya Iraqê binpê dike. Çi bi êrîşan, çi jî bi dagirkirina hin deveran, ev armanca xwe eşkere kiriye.

Rewşa kampê giran e

Herî dawî ji 18’ê Tîrmeha 2019’an ve li ser wargehê ambargoyeke keyfî, bê hiqûq û der mirovî ku li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin, tê pêkanîn. Ketin û derketina wargehê hatiye qedexekirin. Ji ber vê ambargoyê di serî de pirsgirêkên derman û nexweşxane, ava paqij, qût û erzaq, ewlehî, perwerdehiyê, xelkê wargehê bi gelek pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû maye. Rê li ber nexweşên giran û kronîk ku divê rojane biçin nexweşxanê û di bin kontrola doktar de bin, tê girtin. Weke we jî di çapemeniyê şopandiye, heta niha du dayikên ducanî  li ber seytera PDK’ê ji bo ku çûna wan a nexweşxanê ya li Hewlêrê hatiye astengkirin, zarokên wan di zikê diya xwe de jiyana xwe ji dest dane; dayikekê li ber seyterê zaroka xwe aniye dinê. Gelek nexweşên mîna dil, şekir, tansiyon û diaylîzê hene lê ji bo ku nikarin biçin nexweşxanê, nexweşiya wan gihaştiye asteke xeter.

Em weke dayik ji cenabê we daxwaz dikin ku ji bo demildest dawî li ambargoya li ser wargehê bê anîn, mexdûriyetên xelkê wargehê bên pêşwazîkirin û ji wargehê re îzahata vê ambargoya dij qanûnî û der hiqûqî bê kirin, bikevin nav liv û tevgerê. Em hêvîdar in ku hûn ê hûrûkûr bi mijarê dakevin û demildest bikevin nav hewldanên pêwîst.”

 

ANF / MEXMÛR