Şêwrên gundan berê meclîsên gundan bû ku li wan biryar dihatin wergirtin ji bo jiyana hevpar a li gund û birêveberiya giştî ya gund. Lê ji ber ku têgihiştina mekan û avakirina mekan weke cihekî jiyanê bi rengê bajarvaniya îro nebû û muhtemelen ne pêwîst jî bû, weke îro rêxistineke xurt nedibû encama van şêwrên berê. Ha ew şêwrên berê maf û heqê her civaka li ser mekanekî diyar e. Li ser rastbûn û şaşbûna vê minaqeşekirin, weke minaqeşekirina li ser mafê jiyanê ye; ango dîktatorek, zalimek, xwînxwarek dikare vê minaqeşe bike, lê ne “mirovek”.
Jixwe ew kesên ku qebûl nakin û neheqbûna wê minaqeşe dikin, mirovan dikujin, êşkenceyê li cenazeyan dikin, bedena birîndaran ji hev dixin û wan di nava lepên mirinê de dihêlin. Ha ev girêdaneke diyar e ku di navbera zalimekî, kujerekî, xwînxwarekî û dijberiya wî ya xwerêveberiyê de heye.
Xwerêveberî mafekî wisa ye ku mizaferên herî mezin ên dîrokê jî dema ku havênê edaletê bi wan re mabe dest nedayê. Li hindikahiyên di nav alema Misilman de binihêrin, Xirîstiyan û Cihû weke nimûne, her du cemaet jî xwediyê mafê xwe birêvebirinê ne, karên xwe yên navxweyî û gundên xwe, taxên xwe, kolanên û dêr û kenîşteyên xwe wan bi rê ve dibirin. Li gelek deverên dinyayê nexasim jî hindikahiyên xwecihî û dînî bi awayekî asayî û tebîî xwediyê vî mafî bûn. Ya rastî beriya sedsala 19’an di dîrokê de hatiye bîra pirr kêm insanan ku mafê xwerêvebirinê asteng bike. Bi peydebûn û belavbûna netewe û neteweperestiyê re ya qewimî di warê çandî, civakî û siyasî de felakteke herî mezin a li ser rûyê vê erdê bû.
Ji bo mirov hindekî di vê felaketê bigihêje, em seresere behsa çend faktan bikin: Li Elmanyayê di sedsala 19’an de bi sedan şêwezar û ziman hatin tinekirin, li welatên din ên Ewrûpa rewş ne yeke din bû. Di sedsala 20’an de di şerên parvekirinê yên ku diviyabû mekan û çavkaniyan ji “netewe” re peyde bike bi deh milyonan mirov yekser kirin qurbanî bi deh milyonan mirov birîndar û seqet kirin, bi sed milyonan koçber kirin. Faşîzm heman sedsalê li Elmanya, li Îtalya, li Spanya demeke dirêj bû desthilatdar û di serî de Roman, Cihû û komunîst, bû sedema taqîb û qirkirina civakên cihê. Va ye, sedsal qulibî 21’ê, hîna jî şer û felaketên redkirina xwerêveberiyê, red û înkara rend, deng û fikrên cihê xwînê weke cokê dirijîne.
Ha ev paşxan û ev peywenda dîrokî û civakî peywenda doza azadiyê ya gelek koman e. Ji bo minîmîzekirina potansiyela şer û xwîn rijandinê, tevgera Kurd ev daxwazên xwe weke Xweseriya Demokratîk bi gewde kir û kirasê wê jî bi rêxistinbûyîna xwe ya siyasî û civakî li li bajar û navçeyên Kurdistanê fesiland. Li Bakurê Kurdistanê di warê fikrî û hizirandinê de gavên herî xurt bi gavên rêxistinî yên herî darîçav re hatin avêtin. Di rewşeke wisa de êdî texeyuleke ku bi civakê bide qebûlkirin ku ew nikaribe xwe bi rê ve bibe, ne mumkin bû. Jixwe derfetên xweparastinê jî dikirin ku ev yek hew were qebûlkirin. Civaka Kurdistanê piştî operasyonên qirkirina siyasî, êdî bi ti awayî nedixwet bibe pezê ber kêrê. Ha ev haletê ruh bû ku kirin xendek bên kolandin, bend werin danîn û xwerêvberî li dijî dewleta Tirk a dagirker û ji bo civaka Kurdistanê were ragihandin.
Minaqeşeya heqbûna vê yekê bi xwe ne adilane ye. Li jor jî min çêl lê kir ku zalim dikarin vê bikin. Helbet mirov dikare rengê wê, awayê wê minaqeşe bike, lê nabe mirov neheqbûna êrîşkar minaqeşe bike, nabe mirov bi her singê kutayî ve tûrikekî daleqîne ji bo vî dijminê xwînxwar. Neheq e û zalim e. Dînî jî, exlaqî jî û civakî jî li dijî neheq û zaliman berxwedan ne bi tenê heq e, her wiha ferz e. Ha ev ferz herî zêde jî li ser milê gelê Kurd e ku xwedî li xwerêveberiyan derkeve. Li Sûrê, li Cizîrê, li Silopiya, li Nisêbîn, Kerboran û Şirnexê, li Geverê û Dêrikê... li van erdên me, divê ti kes mafê me yê xwerêvebirinê, mafê me yê diyarkirina çarenûsê minaqeşe neke, heke wê tiştekî bikin, bila destê alîkariyê bidin, bila bibin pişt jê re. Lewma tevgera rizgariya Kurd maneya xwerêveberiyê êdî li mafê diyarkirina çarenûsê bar kir û ew ji kirasê wê yê kevn û teng xilas kir. Dora me ye ku em îsbat bikin em dikarin xwedî li heq derkevin, li heqê xwe... Meclîsên me yên şêwrê li gundan jî hebûn, çima û çawa li navçe û bajarên me nebin!