Şervan û xelkê Şengalê bang li gundiyên Sîba Şêx Xidir dikin da ku vegerin gundê xwe.

Gundê Sîba Şêx Xidir ê Şengalê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin û DAIŞ’ê li wir komkujî pêk anîbû. Di 27’ê Gulana 2017’an de ji aliyê şervanên YBŞ’ê û hêzên Heşdî Şebî ve hatibû rizgarkirin, di 23’yê Cotmeha 2018’an de jî hêzên Heşdî Şebî parastina Sîba Şêx Xidir dewrî Rêveberiya Xweser a Şengalê û şervanên YBŞ’ê kir. Niha gund ji aliyê şervanên Êzîdxanê ve tê parastin û rêveberiya xweser jî ji bo avakirina van herêman kar dike.

Dayikên Şengalê çûn vî gundî

Komek dayikên Şengalê pêr çûn serdana gundê Sîba Şêx Xidir û li wir bang li xelkê gundê Sîba Şêx Xidir yên niha di kampan de, kir da ku vegerin Sîbayê û careke din jiyana xwe li wir ava bikin. Şervanên YBŞ’ê ku parastina gund dikin jî diyar dikin, ew ê di her şert û mercî de gelê xwe biparêzin.

Van gundan zindî bikin

Rîham Hesena ku çû serdana gund, bang li xelkê gund kir da ku vegerin û wiha axivî, “Em gelekî kêfxweş in ku gundên me dikevin destê zarokên me yên Êzîdxanê YBŞ’ê. Ez bang li gelê me yên li kampan jî dikim da ku vegerin ser axa xwe û careke din jiyanê li van gundan vegerînin. Jiyan wê bi vegera we were Sîba Şêx Xidir.”

Şervanê YBŞ’ê Canpolat Êzîdî ku niha parastina gund dike jî axivî û got, “Ev salek bû Sîba Şêx Xidir hatiye rizgarkirin, kesî serdana vir nedikir. Lê piştî ku dewrî şervanên YBŞ’ê hate kirin, gel tê serdana gund, dayikên me tên vir û kêfxweşiya xwe parve dikin.”

 

 ROJNEWS / ŞENGAL