Ji Silêmaniyê zarokek bi zarokekî li Biddersdorfa Emerîkayê bi telefonê dipeyive. Ev du resm in û peyamek e. Ev her du resm jî di çarçoveya projeya aptART´ê de diyalog, dostanî û bihevrejiyana cihêrengiyê teşwîq dike.

Projeyeke hunerî ji bo diyalog û bihevrejiyanê resmên dêw yên dîwaran tevî zarokên dibistanê xêz kirin. Bi vê projeyê li ser dîwarekî li Silêmanî û li ser dîwarekî li Bidderfordê du resm hatin xêzkirin. Li ser her dîwarekî resmê zarokekê heye û herdu zarok jî bi hev re bi telefonê dipeyivin. Peyama projeyê jî, reng û zimanê me çi dibe bila bibe, em dikarin bi hev re bijîn û li hev bikin.

   

Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê û li bajarê Emerîkayê Biddefordê wêneyên dîwaran ên dêwane li ser dîwaran bi alîkaiya zarokên dibistanê xêz kirin. Ev projeya hevpar, li ser dîwar wêneyê keçeke piçûk (li Silêmanî) ku bi telefonê dipeyive û yê kurekî piçûk (li Biddefordê) ê bersiva wê dide, daye xêzkirin. Navbera herdu bajaran jî di hewayê re 8 hezar û 551 kîlometroyan dûrî hev in.

Ev projeya hunermend Pat Perry e. Wî bi hevkariya du sinifên 5´an yek jê li Kurdistanê ya din li Emerîkayê ev proje biriye serî. Wî xetên diyar ên resma xwe xêz kirine û bi zarokan ew dane rengandin. Li ser herdu wêneyan peyamên bi Kurdî Ingilîzî û Erebî yên dostaniyê, hêviyê û hevaltiyê dane nivîsandin. Ya ku proje bi rê ve birî aptART (Haydarî & Pêşîgirtin bi rêya hunerê) e, ew jî rêxistineke nehikûmetî ya civakî ye.

   

Awayê modernbûnê ez tirsandim

Ji bo birina serî ya projeyê jî zarokên dibistanê yên li Emerîka û Kurdistanî bi telefonê bi hev re peyivîne. Hunermend berê jî tevî Samantha ya ji rêxistina aptART´ê re li Silêmaniyê, li wargeha penaberên ji Rojava, Erbetê du wêneyên dîwaran xêz kiribûn û ji ber wê jî dibêje, ew deverê baş nas dike.

Ka zarokan çawa ev kar dît, hez jê kir yan na: “Zarok bi kelecan bûn hem ji bo dîtina min û hem jî ji bo boyaxkirinê. Ez dizanim bi zarokan re mirov diweste, lê ji bo min ev dermankirinek bû, ji ber ku ez zêde demê bi zarokan re nabihurînim. Bi rastî jî ne heleman e, heger ez bibêjim ka zarok li her du deveran jî çiqasî dişibin hev: bîrbir, şîrîn, angaje, meraqdar û pirr dixwestin xwe îfade bikin, û bidin û bistînin bi me re.”

     

Tişta ew elaqedarî zarokan  tirsandî jî awayê modernbûna Başûrê Kurdistanê ye: “Modernbûna daimî ya Kurdistana Iraqê ez metel hiştim, û çanda ji welatên rojava jî timî tevî vê modernbûnê ye. Bi rengekî ji rengan bi min re hisa tirsê çêdibe gava dibînim dinyaya mayî bi film, muzîk û çanda Emerîkî tê xeniqandin - zarokên li ser Instagramê, cilûbergên Nike li wan, li ser Lîstikên Text (Game of Thrones) dipeyivin.

Axir peyama vê projeyê ew e, mirov ne weke hev be, ziman, çanda wan jî ne weke hev be, dikarin bi hev re bin, dikarin biaştiyê, hevaltiyê bi hev re bijîn yan jî dûrî hev jî dikarin ji hev fêm bikin.

Pat Parry 10 rojan li ber her yekî ji wan wêneyan daye. Yanî deh rojên wî bi zarokên dibsitana li Bidderfordê û deh rojên wî jî bi zarokên dibistanê yên li Silêmaniyê re derbas bûne.

 

BIDDERFORD