Weşanxaneya Sîtav a ku li Wanê jî pirtûkên Kurdî yên zarokan amade dike û çap dike 9 pirtûkên Nivîskar Samed Behrengî yê Îranî yên zarokan wergêrandin Kurdî û çap kirin. Pirtûkên ji bo zarokan hatin amadekirin di bin çavdêriya psîkologekî pispor û pedagokekî zarokan ve hatin adaptekirin û li gorî pedogojiyê hatin amadekirin.

Samed Behrengî bi pirtûkên xwe yên zarokan di qada navnetewî de nav daye. Kêm kes wekî wî ketine cîhana zarokan. Wergerandina neh (9) pirtûkên wî ji bo Kurdî dê kêfxweşiyeke mezin bide zarokên Kurdan. Pirtûk her çiqas werger bin jî li Kurdî hatine adaptekirin.
Weşanxaneya Sîtav niha jî nêzî bîst (20) pirtûkên zarokan ji çapê re amade dike. Di nava wan de çîrokên Ezop, çîrokên çanda Kurdî ya gelêrî, ji bîst welatan bîst çîrok û hwd. hene. Di demeke kin de Weşanxaneya Sîtav dê wan jî pêşkêşî zarokên Kurdan bike.
Pirtûkên Samed Behrengî ku li Kurdiyê hatine adaptekirin evin: Xoxek Hezar Xox, Rastî û Nîgaşa Rojekê, Çîroka Hezkirinê, Masiya Reş a Biçûk, Zarokê Silkfiroş, Kevokvanê Keçel, Stêrê û Pitika Axivêr, Stêrê û Qirik, Serpêhatiyên Kuliyeke Berfê.

AMED