Roman behsa guhertina civakê û jina Kurd dike. Bi taybetî jî jinên ku ji Anatoliya Navîn tên Ewropayê û zextên pergalan cudayê li ser wan û malbatê tîne ziman. Ew: ”Deng, trajedî û qîrîna jinên Kurdê li hember sîstemên desthilatdarê û wêneyekî serdemê” dibêje nivîskar. Yek ji aliyên pirtûke yê balkeş ewê ku, piştî zextên pergalên yê dagirker û rojava lêgerîna sîstemekî nû û naskirina sîstema Tevgera Azadîxwezê. Sîstema ku jinên Kurd radike ser piyan, mobîlîzê dike û derdixe tevgerê. Mukayasa pergalan, rastiya Kurdan û azadiya rasteqîn bi zimanêkî sadê balkeş tê ziman.
Roman, di navbera devoka Anadolê û Kurdiya standart de wek pireyeka ji ziman e. Bi wî awayî hatiye hûnandin ku bi hêsanî dikare were fêmkirin. Bi gotinên pêşiya, peyvên cûda û bi biwêjên herêmê hatiye xemilandin. Ew yeka jî dewlemendiyê dide çanda Kurd û di xwendinê de kef dide xwandewanan. Pirtûka duwem jî, ji pêkenokên Kurdên Anadolê pêk tê û bi navê ”Yaranî” hatiye çapkirin. Di wê pirtûkê de, nivîskar ji 200 zêdetir pêkenokên (yaranî) ji herêmê kom kirine. Piraniya wan yê demên berê ne û ji aliyê mezinan ve hatine gotin. Wek orîjînal, bi nav û cîhên rastî hatinê hûnandin. Nivîskar hewl daye ku çanda devkî derbasî ser kaxizê bike. Di pêşgotinê de dibêje: ” …mala me çiqes dewlemend bû! Çiqes rengîn, rûken, bi zewq û coş bû…Tê de bi hezaran henek, stran, metelok û serpêhatî hebûn. Me hemî bi rûsipiyan re kirin goran… Xelk û dewletên desthilatdar ji dest me girtin û gotin: çanda me ye!..”
Herdû pirtûkan ji xwandawan dikarin ji Înstîtuya Kurd li Stockholm, www.avasin.org an jî adresa: Mogardsvagen 13, bv 143 43 Vårby Gård-Stockholm bixwazin.

ANF/STOCKHOLM