Navenda saziya çand û hunerê ya li Qamişloyê bi mîsyona dibistaneke hunerê radibe û tê de hunermendên pispor dersên muzîk, wêne û peykertiraşiyê didin.

Hejmara xwendekarên dersa muzîkê gihaştiye 60’î. Di dema perwerdeya fermî de rojên în û şemiyê yanî rojên betlaneyê ders tên dayîn û di serdema havînê de jî di navbera rojên yekşem-pêncşemê de ders tên dayîn. Dibistan bi rêgeza ‘çand û hunera bi gel re ji bo gel’ tev digere û dersan bê pere dide.

Zarokên temenê wan di navbera 8-18 salî de perwerde dibin, beşdarî mihrîcanên zarokan ên mehên bihurî yên li herêmên Cizîr û Firatê bûn.

Stêra Zêrîn: Melodiya zarokên keç

Zarokan bi navê Stêra Zêrîn komeke muzîkê ava kir. Perwerdekara komê Medya Henan diyar dike ku endamên komê zarokên keç in û ev salek e kom ava bûye. Medya Henan her wiha destnîşan dike ku 42 zarokên endamên komê, beşdarî gelek mihrîcanan dibin û gelekî tên hezkirin.

Medya diyar dike ku li rex zarokan dixwazin dersê bidin kesên ahil jî: “Ji bo ku xebatên muzîkê bi tenê bi zarokan sînordar nemînin, em gazî dayikên wan jî dikin. Me li vir amadekariyên xwe kirin, me odeyên wan amade kirin. Em ê komeke dengbêjan a dayikan ava bikin.”

Ji mezin û zarokan re şano

Li Kevana Zêrîn 2 perwerdekar dersên peykertraşiyê didin 5 xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew a Rojava. Komeke şanoyê ya jinan heye bi navê Teatra Sarya Baran. Koma şanoyê cara ewilî lîstika Dario Fo ya bi navê ‘Jina Tenê’ pêşkêş kiriye û di Mîhrîcana Şanoyê ya Rojava de xelatên lîstika herî baş û derhênera herî baş wergirtine. Teatra Sarya Baran lîstikên xwe dibe heta gundan û 2 lîstikên zarokan ên bi navên ‘Diziya Baxçe’ û ‘ ‘Aştî di Baskê Çûkê de ye’ derdixe ser dikê.

Mamoste Medya Raman mizgîniya Mihrîcana Jinan a Şehîd Berçem dikin ku îsal bi dirûşma “Ji bo ku xaka xwe biparêzî û ava bikî tu jî strana xwe ya azadiyê bibêje” 14 ta 16’ê Cotmehê de bi rê ve biçe.

 

ANHA/QAMIŞLO