Akademiya Ma Muzîkê, pirtûka “Me ji stranan pirek çêkir” weşand. Di kitêbê de bi pirranî stranên bi Kurmancî, Kirmanckî û Soranî hene. Wekî din jî bi Ermenkî û Tirkî jî stran di kitêbê de cihê xwe digirin. bi giştî 25 stran tê de hene. Ji bo hazirkirina kitêbê 10 kes xebitîne.

Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê, Şêrko Kanîwar derbarê kitêbê û konsera 13’ê Kanûnê de axivî û got, wan xwestiye bi pirtûkê pirekê çêkin: "Niha li vî welatî ne tenê Kurd hene. Kurd jî Kurmanc, Zaza, Soran in. Em saziyeke perwerdehiya muzîka Kurdî ne esas, lê em li welatekî pirr çandî ne. Em dixwazin bi rêya stranan çanda li ser vê axê bi zarokan bidin fêrkirin. Di vê pirtûkê de pênc stranên Ermenkî, pênc stranên Tirkî hene. Me dixwest pênc stranên Erebî jî hebin. Lê mixabin me xwe negihand naveroka stranên gelêrî. Di pirtûkê de pênc stranên her sê zaravayên Kurdî, pênc yên Tirkî, pênc yên Ermenîkî jî gelêrî ne. Li ser vê axê pir netewe hene. Em dixwazin li gorî neteweya demokratîk çanda hemû neteweyan bidin naskirin. Em tenê netewekê bidin naskirin, em ê tenê bimînin. Mirov bi rêya wêne, film û xêzan dikare çandan bide naskirin.”

Ji sedî 95´ê berheman yên Ma Muzîkê ye

Kanîwar got, weke saziya mûzikêm, ew dixwazin bi rêya mûzikê di navbera çand û gelan de bibin pirek: “Me ji stranan pirek çêkir. Ji sedî 95’ê muzîkan bi hassasiyeteke mezin ji aliyê Ma Muzîkê ve hatine nivîsandin. Aranjeyên wan jî ji sedî 95 li Ma Muzîkê hatine amadekirin. Zarok û stranbêjên Ma Muzîkê ketine studyoyê û qeyd kirine. Piştî ku ev xebat biqede weke albumekê, ew ê li ser medya dijîtal, medya civakî, qanala me ya youtubê û Zarok TV'yê bên weşandin. 25 stran bi metodên cuda dê fêrî zarokan bên kirin.”

Çavkaniya hînkirinê

Kanîwar di dawiyê de jî got, "Di 13’ê Kanûnê de em ê bi konserekê danasîna vê pirtûkê bikin. Em ê di konserê de danasîna stranên di nava pirtûkê û armanca wan bikin. Beriya 2020'an wê bi awayekî dijîtal hemû stran li cihanê belav bin. Di amadekirina pirtûkê de ji bo aranjeyê 3, ji bo metodê 6, ji bo qeydkirina studyoyê 3 û yek jî di mîx û masterê de bi giştî 10 kesan di vê xebatê de cih girt. Ev xebat ji bo sala pêş, wê bibe bingeha projeya xebateke din. Em ê bi projeyeke mezintir xebatên xwe dewam bikin. Em armanc dikin ji destpêka avakirina Konservatûara Aram Tigran û heta niha hemû berhemên ku me berhev kirine, qeyd bikin. Wekî çavkaniya fêrkirinê, ew ê li ber destê me bin. Ev pirtûk di heman demê de pirtûka fêrkirina 25 stranan e.”

 

FAHRETTÎN KILIÇ-MA/AMED