Di daxuyaniya bi sernavê “Îşkenceya li zarokan û tecawizkirina zarokan sucek mezin ê mirovahiyê ye” ya ku îmzeya gelek rêxstinên penaberan ên Îranî, Somalî, Efrîkayî, Suryanî-Asûrî jî li bin heye, de hate xwestin ku hemû berpirsên Pozantiyê bêne darizandin. Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin; “Zarokên Kurd ên ji Girtîgehê derketin ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê re axivîn û diyar kirin ku bi awayeke rêkûpêk li rastî tundî, tacîza zayendî û tecawizê hatine. Rayedaran vê daxuyaniyê piştguh kirin, yek ji rojnamevanên ku vê skandalê aşkere kirin hate girtin. Bûyerên li Pozantiyê nîşan didin ka zarokên di girtîgehên li Tirkiyeyê de di kîjan şert û mercan de dijîn.”
Saziyên Swêdî destnîşan kirin ku li gorî daxuyaniyên Wezareta Dadê ya Tirk, di van salên dawiyê de zêdetirê 1000 zarok avitine girtîgehan û bi bîr xistin ku Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jî gotiye “2 hezar û 309 zarok di girtîgehan de ne.”
Rêxistinên sivîl bal kişandin ku di girtîgehên Tirkiyeyê de, ji ber tundî û tecawiza li hemberî zarokan madeyên 2,3,6 û 12 yên Hevpeymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û 5. madeya peyaman Mafê Mirovan hatine binpêkirin û xwestin di demek zû de ji bo lêkolîna bûyerên li Pozantiyê komîsyonek bê sazkirin.
STOCKHOLM