Rahel Qadîr yê 29 salî û Omer Sebîr yê 35 salî ên di nava berxwedana Kobanê de cih digirin ji Herêma Federal a Kurdistanê ne. Her du jî ji Swêdê hatine û tevlî berxwedana Kobanê bûne. Qadir li Swedê ji dayîk bûye û mezin bûye, Sabîr jî ev 14 sal in li Swedê dijî. Qadîr û Sabîr ji bo li hemberî êrîşên li dijî gele kurd bisekinin ji Swedê hatine tevli refên YPG’ê bûne.


Wicdana min tehemul nekir
Rahel Qadîr ji bajarê Silêmanî ya başûrê Kurdistanê ye û diyar kir ku ew ji bo piştgiriya gelê Kobanê ji Swedê hatiye. Qadîr wiha axivî: “Di înternetê de min kesên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve serê wan dihat jêkirin didît, ji ber vê yekê biryar da û ji bo piştgiriya gelê Kobanê hatim. Ji bo piştgiriya YPG’ê ez beriya 3 hetfe û nîv hatim vir.” Qadîr têkîldarî tiştên ku li Kobanê dîtiye jî ev tişt anî ziman: “Li Kobanê malên gule lê neketiye yan jî hilneweşiya ye nîn e. Hemû xanî hilweşiyane. Mirovên li vir dijîn vegerin jî maleke wan a lê bimînin nîn e. Divê piştgiriya navneteweyî ji bo Kobanê bê dayîn. Ez li vir tevli YPG’ê bûm. Li vir jiyaneke pir xweş heye. Jiyaneke bi xwîşk û biratî heye. Di nava 3 hefte û nîvan de min gelek tiştên xweş dît, YPG pir serkeftî ye. Înşelah emê bi ser kevin. Her roj jî pêş ve diçin.” Qadîr destnîşan kir ku hatina pêşmergeyan a Kobanê baş e û banga yekîtiyê kir.

‘Wateya berxwedanê heye’

Omer Sabîr jî ji bajarê Ranya ya başûrê Kurdistanê ye û piştî 14 salên li Swedê hatiye û tevlî berxwedana li Kobanê bûye. Sabîr bilêv kir ku hatina Kobanê tiştekî wijdanî ye û wiha axivî: “Ez li vir bang li çar parçeyên Kurdistanê dikim ku bila piştgiriyê bidin Kobanê. Divê em hemû piştgiriyê bidin Kurdistana Rojava. Kobanê hatiye hilweşandin. Piştî DAIŞ ji vir hate derxistin divê em piştgiriyê bidin vir. Divê em vê derê ji nûve înşa bikin. Divê em di qada navneteweyî de jî xebatên xwe bidomînin. Ji ber ku Kobanê ji bo gelê kurd bûye sembola berxwedan û li dijî dijmin li ser piyan maye.



 DIHA/KOBANÊ / ÎBRAHÎM ASLAN/ ERSÎN ÇAKSU