Rêveberên Partiya Çep a Swêdê tevlî kampanya Yekîtiya Jinê ya Sara bûn ku ji bo piştevaniya Leyla Guven dest pê kir. Wan xwest ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat, endamê Meclîsa Şaredariya Goteborgê Daniel Brenmar û Seroka Herêma Stockholmê ya Partiya Çep, Elana Karlstrom bi dîmen peyam weşandin û bal kişandin ser rewşa Guven.

Li dijî zordariya Erdogan

Daniel Brenmar got, mafên mirovan li Tirkiyeyê bi rêk û pêk tê binpêkirin û muxalif û Kurd tên girtin. Brenmar wiha peyivî: “Ji bo daxwazên Leyla Guven û girtiyên din bixin rojeva Konseya Ewrûpayê û rêxistinên din, em ê hewl bidin.”

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat jî got, “Leyla Guven ji ber ku li ber dagirkeriyê rabû, hatiye girtin û bi armanca bidawîkirina tecrîdê û şermezarkirina zordariya Erdogan ê dîktator, ketiye greva birçîbûnê. Ez û Partiya Çep, em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna Guven.”

Seroka Herêma Stockholmê ya Partiya Çep, Elana Karlstrom jî anî ziman ku Guven parlamenterek e ku daxwaza demokrasî, mafên mirovan û wekheviyê dike û got, ew piştgiriyê didin têkoşîna Guven a ji bo naskirina mafên wan.

 

ANF / STOCKHOLM