
Di 17 dibistanên fermî de zimanê Kurdî
Niha mamosteyên şaxê saziyê di 5 dibistanên seretayî, 3 dibistanên navendî, 2 dibistanên amadeyî û 7 dibistanên gundan perwerdeya bi zimanê Kurdî didin. Li herêma Til Temir û gundê wê ji bilî perwerdeya di dibistanên fermî de, girûpên gel têne fêrkirin û heta niha zêdeyî 160 kes fêrî xwendin û nivîsandina bi Kurdî hatine kirin. Di navenda Saziyê de ya bi navê Şehîd Jînda û beriya ku vebe jî di malan de 5 girûpên ku ji 10 heta 20 kesan dihatin birêxistinkirin perwerde dihate dayîn. Rêveberên Saziyê destnîşan kirin ku wan heta niha 9 girûp ên asta yekem û girûpek ji 13 mamosteyan pêk dihat ji bo asta 2'emîn hatine perwerdekirin, her wiha çend mamosteyên saziyê tevlî perwerdeya akademiya ziman bûn. Saziya ziman niha xwe ji bo mamosteyên asta 3'yemîn amade bike plan kiriye û rêveberan tekez kirin ku dê piştî hemleya 15'ê Gulanê dest bi perwerdeya asta 3'yemîn bikin.
'Mamosteyên me bûn rêveberên dibistanan'
Endama Rêveber a şaxê Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Til Temir Ahîn Hesen diyar kir ku di destpêka avakirina saziyê de ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man û got: “Di destpêka ku em derbasî dibistanan bûn, mamosteyên fermî digotin ku 'hûnê mûçeyên me qut bikin' lê dîsa jî me bi rika û li gorî derfetên xwe perwerdeya bi Kurdî dewam kir.”
Ahîn Hesen destnîşan kir ku wan di destpêkê de zehmetî dikşandin û got ku şagirtên ji pêkhateyên din digotin ku em ne mecbûr in fêrî zimanê Kurdî bibin û wiha dom kir: “Piştî demekê ji berxwedanê şagirtên ereb û asûrî derbasî perwerdeyan bûn û tevlî waneyên zimanê Kurdî bûn. Ango bi rastî hêdî hêdî zimanê me ji aliyê hemû pêkhateyan ve tên qebûl kirin û xwe tevlî dikin.”
Ahîn Hesen, da zanîn ku di dibistanan de mamosteyên Kurdî ji bilî perwerdeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran dixebitin û wiha axivî: “Şagirtan jî berê xwe dan mamosteyên me da ku pirsgirêkên wan çareser bikin. Bi vê yekê mamosteyên Kurdî rewatiya xwe ya di nava şagirtan û mamosteyan de jî ferz kirin.”
Ahîn Hesen, da diyarkirin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî bandoreke mezin li hemû beşên civakê kiriye û ev tişt anî ser ziman: “Bi rastî perwerdeya bi zimanê Kurdî bandor li hemû kesî kiriye û niha em dibînin ku hemû endamên saziyên me di nava hewldanan de ne ku raporên xwe yên xebatan bi zimanê Kurdî binivîsin.”
Ahîn Hesen, li ser rexneyên li ser xebatên wan ên li gundan wiha axivî: “Bi rastî xebatên me yên gundan lawaz in, em niha hewl didin ku mamosteyan li gundan amade bikin û xebatan xwe li ser vî esasî niha em li gundên herêmê didin meşandin.”
Di dawiya axaftina xwe de Ahîn Hesen da zanîn ku wan bernameyek dewlemend ji bo roja ziman amade kiriye û bang li hemû welatiyan kir ku piştgiryê bidin xebatên wan û çalakiyên Roj Zimanê Kurdî veguhezînin serhildana ziman.”
TIL TEMIR