Kurdistaniyên li Ewrûpayê êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê û Mexmûrê hema piştî êrişa hovane bi çalakiyan protesto kir. Kurdistaniyan xwest Ewrûpa bêdeng nemîne û peyama yekîtiya neteweyî li dijî êrişan da.
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî mexmûr û Şengalê kir ku Kurdistanê li seranserê Ewrûpayê bi hêrsa xwe ya li dijî hovîtiya êrişan dakeve meydanan. Êvara pêncşem diqulibe înê, li ser banga KCDK-E´yê li bajarên Elmanyayê Berlîn, Stuttgart, Frankfurt, Koln, Giessen, Hildesheim û gelek bajarên din, li paytexta Fransayê Parîsê û bajarê wê Marsîlyayê, li paytexta Swêdê Stockholmê, li bajarê Swîsreyê Baselê û li paytexta Awusturyayê Viyanayê çalakî hebûn.
Kurdistaniyan hem xwest “Erdoganê qatil” edî destê xwe ji Kurdistanê vekişîne û hem jî bang li raya giştî ya Ewrûpayê û dinyayê kir ku li beramberî êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Daxwazeke din a derket pêş jî azadiya Ocalan bû.
STUTTGART: Êrîşkariya dewleta Tirk li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Kurdistanî daketin meydanan qederê 2 kîlometreyan meşiyan û li Gara Navendî (HBF) çalakiya îtaetnekirina sivîl kirin. Di çalakiyê de işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî hate kirin. Çalakgeran êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Mexmûr û Şengalê rûreş kir û sloganên “Erdoganê qatil destê xwe ji Kurdistanê vekişîne”, “Bimre faşîzma Tirk”, “Kurdistan wê azad bimîne”, “Bê Serok Jîyan Nabe” gotin û meşiyan. Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya HBF´ê bi dawî bû.
HILDESHEIM: Êrîşên dewleta Tirk li Hildesheimê bi dagirkirina HBF´a bajêr şermezar kirin. Kurdistanî û dostên wan li nava HBF’ê kom bûn û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Şêx Îskender li çalakiyê axivî û got, dewleta Tirk a dagirker di asta herî jor de dijminatiyê li Kurdan dike û wiha dewam kir: “Ew nexasim Şengal û Êzîdiyan dike hedef. Êzîdiyan heta niha dest nedaniye ser mal û milk kesekî, jinên ti miletî nerevandine. Yekîtiya Ewrûpa divê helwêsta xwe li dijî dewleta Tirk a faşîst diyar bike.” Çalakgeran wekî din bêdengiya Yekîtiya Ewrûpayê ya li pêşberî êrişan jî şermezar kir. Çalakiya saet 21´ê bi dagirkirina Gara Trênê ya heta saet 22:30´î dewam kir.
FRANKFURT: Kurdistanî tevî dostên xwe saet 21:30’î li ber HBF’ê civiyan û alên YPG, YPJ û pankarta li ser nivîsandî “Erdogan li Kurdistanê komkujiyan dike” hilgirt. Çalakger piştre heta meydana Hautpwacheyê meşiyan û li wir mîtîngek li dar xist. Qisekeran got, êrişên dîktator Erdogan ên li ser Şengal û Mexmûrê êrişên nemerdî ne. Ji bo mîtînga îro ya li meydana Hauptwacheyê ya saet 15’an jî banga beşdariyê hat kirin.
GIESSEN: Êrişên dewleta Tirk li bajarê Gîessenê jî hatin şermezar kirin bi çalakiyeke xweber. Çalakgeran êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kir û li dijî êrişan banga yekîtiya neteweyî kir.
KOLN: Li Kolnê jî, Kurdistaniyên ji bajarên Troisdorf, Euskîrchen, Bonn, Bergheim û Bergisch Gladbachê, li ber dêra Domê civiyan û dewleta Tirk şermezar kirin.
PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî daketin kolanan û dewleta Tirk a dagirker protesto kir. Roja Pêncşemê derengiya şevê bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger çalakiyek hat lidarxistin. Komeleya Karker û Penaberên Tirkiyeeê jî piştgirî da çalakiyê. Girseya bi şev li meydana Republique civiya, bi dirûşmeyan ber bi rêya Faubourgê ve meşiya. Xelkê dirûşmeyên, “Kujer Erdogan” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” gotin. Welatiyên Fransayî jî bi dirûşme û fîtikan piştgirî dan çalakiyê.
MARSÎLYA: Çalakiya li bajarê Fransayê Marsîlyayê, li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewrûpayê pêk hat û tim dirûşmeyên, “Terorîst Erdogan, hevkar Ewrûpa” hatin gotin. Cevat Guney li vir axivî û diyar kir ku sedema bingehîn a êrişan bêdengiya Ewrûpayê ye.
VIYANA: Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya jî tevî dostên xwe daketin meydanan. Çalakî li ber avahiya Operayê pêk hat û girse piştre ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ve bi gotina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Yekîtiya Kuridstanê”, “Bijî PKK”, “Bijî HPG” meşiya.
BASEL: Êrîşên dewleta Tirk li bajarê Swîsreyê Baselê jî hatin şermezarkirin. Girseya gel li Stasyona Navendî ya Baselê civiya û bi meşekê êriş şermezar kir.
STOCKHOLM: Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger, Kurdistanî li ber Gara Trenê ya Borlangeyê ya ser bi paytexta Swêdê Stockholmê civiyan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Dewleta Tirk û DAIŞ yek in”, “Kujer, faşîst Erdogan” hatin gotin. Kurdistanî li ber Pankartên li ser wan nivîsandî “Komkujiyên li Kurdistanê rawestînin“, “Dewleta Tirk ji Rojava bicehime” hatin hilgirtin.
NAVENDA NÛÇEYAN