Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Sibata 1999”an ve li girava Îmraliyê di bin pergaleke taybet a êşkenceyê de tê girtin ku li cîhanê hema bêjin bê nimûne ye. 

Hewce nake em bêjin, çawa ev pergal di encama hevpeymanek navnetewî de derket holê. Erê pergala Îmralî li ser tecrîd, îzolasyon û êşkenceya pir reng saz bûye. Lê di van rojên dawî  de fikarên derbarê rewşa Ocalan de careke din di rojevê de ne. Ê belasebeb nînin elbet ev fikar. Di dema hewldana ‘Darbeya 15’ê Tîrmehê’ de rewşa rêberê gelê Kurd bi rîska jiyanî hat rojevê. Derket holê, ‘hinekan’ berê xwe dane Îmraliyê... Li ser nerazîbûna gelê Kurd, piştî demekê Mehmet Ocalan çû gravê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Lê ji wê rojê ve agahî ji Ocalan tine. Lewma pirsa wan rojan , li Îmraliyê çi dibe, niha cardin tê pirsîn. Lê ji vê giringtir, hesabên li ser Îmraliyê di vê dema dîrokî de çi ne?

Çima tecrîd bi awayeke nedîtî, tê şidandin û kes nizane Ocalan di çi rewşê de ye. 

AKP-MHP eşkere li ser dijberiya Kurd gihan hev. Ne mumkun e di vê îtîfaqê de, dijberiya Rêberê gelê Kurd Ocalan tinebe. Em vê ji bazara xapînok ya îdamê ku vê carê li ser ‘darbekaran’ saz kirin dizanin. Ango, hesabên AKP-MHP, yên Îmraliyê ji her demê zêdetir niha çalak in. Ji bo pêkanîna armancên xwe, pîlana qirkirinê li di şexşê Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêk tînin. Hem jî bêyî ku bibe rojev, bi bêdengî û dayîna jibîrkirinê AKP-MHP dixwaze rewşa li Îmraliyê îdare bike. 

Êrişa bingehîn a li dijî gelê Kurd ku di şexsê Ocalan de pêk tê, dixwaze kes nebîne, nebihîze û sergirtî bimîne. Ev ne ji bo desthilata faşîst AKP tenê wisa ye, di çelteyê hêzên cîhanî de jî her tim pîlanek ya Îmraliyê heye. Ji xwe xwediyên pergala Îmraliyê heman hêz in. Projeya çareseriyê ya alternatîf a di pêşengiya Ocalan de, li herêmê bi beden dibe. Baş e ev çiqas li hesabên hêzên navnetewî tê? Lewra Rêberê Gelê Kurd Ocalan, weke aktorê sereke yê çareseriyê xwe ferz dike. Ji bo vê ev hêz wê bixwazin Ocalan ji derveyî hesabên dîzaynkirina herêmê bihêlin. Ku di heman demê de statûya gelê Kurd jî tê destnîşankirin. 

Tam di van mijaran de sekna Ocalan, weke aktorê sereke stratejîk e. Hem hêzên statukoparêz, hem jî hêzên navnetewî dibe ku nexwazin ev rewşa diyarker a Ocalan dewam bike. Li gel van noker jî hene ku dizanin ruxmî rastiya Ocalan nikarin pîlanên xwe bibin serî. 

Di vê rewşê de, hesabên wan jî bi hesabên hêzên navnetewî û herêmî re digihin hev. Dibe ku, komploya navnetewî ku bi berxwedana Ocalan û gelê Kurd têk çû, xwe careke din dihûne. Di vî şerî de ku AKP weke şerê man û nemanê pênase dike, siyaseta şantajê, pîlanên qirêj di dewrê de ne. Ji bo vê, di şexsê Ocalan de şerek mezin li Îmraliyê dimeşe. Berxwedana Ocalan, li qadên fireh di eniyên mezin de mîsoger e. Lê divê ji bîr nebe, rîska li ser jiyana Ocalan ji her demê zêdetir e. Ev tê wateya rîska li ser hebûn û azadiya gelê Kurd, jin û ciwanan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd, Kurdistan, Rojhilata Navîn, heya ji bo cîhanê nexşerêya çareseriyê ye. Lewma divê were zanîn, hesabên li ser Îmraliyê, dê bandorê li rêçûna rewşê bikin. Û hêzên xwedî hesab dibe ku di bin hesabên xwe de bimînin.

Ji bo vê hevparbûna berxwedana li Îmraliyê. Bi rik û vîn jibîrnekirinê, ji her demê giringtir e.