Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  di derbarê radestkirina Tirkiyeyê ya 2 şervanên YPG’ê ku çend roj beriya niha ji aliyê komek çekdar a girêdayî Partiya Azadî (Mustefa Cuma) ve dema diçûn hevdîtinê bi awayekî nemerdî hatibûn girtin de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, şoreşa Sûriyeyê dikeve sala 3’an, lê planên û polîtîkayên ku îradeya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê qebûl nakin hîn jî didomin. Bi daxuyaniyê de hate gotin ku, revandina 2 şervanên YPG’ê û radestkirina wan a ji bo Tirkiyê jî perçeyek ji van planane wiha hat domandin: “Komên çekdar jî nokeriya van hêzên derve dikin. Hewldanên van koman dewam dikin. Kiryarên erzan û dijmirovahiyê li hemberî gelê me dikin. Ji bilî dijberiya gelê Kurd û îxanetê tiştekî ku bikin tune ye. Hewldanên wan nerawestiyane û tevlî hemû hişyariyên hatine kirin, planên xwe yên îxanetê didomînin. Ev planên wan gihiştine wê astê ku 2 şervanên gelê Kurd bigirin û radestî dewleta Tirk bikin.  Li gundên Basûtê û Birc Ebdalo yên Efrînê 2 şervanên YPG’ê girtin û rasdestî îstîxbarata tirk kirin.”

Beriya niha jî  xiyanet

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di dawiya daxuyaniyê xwe de destnîşan kir ku ev kiryar xalek ji beşên îxanetê yên berê yên van komane û ev tişt hatin gotin: “Beriya niha jî li Eşrefiyê, Efrîn, Kobanê û Cizîrê ev xiyaneta wan hate dîtin. Ev kiryarên wiha li dijî biryara avakirina Komîteya Pispor a Leşkerî ya Desteya Bilind a Kurd. Ev komane bi van kiryaran girêdana xwe ya bi hêzên derve re mîsoger dikin û îxaneta xwe nîşan didin. Em wekî TEV-DEM bi hêza gelên xwe yên li seranserî welat van koman hişyar dikin û ji wan re dibêjin ku, dest ji kiryarên bi vî rengî berdin. Her wiha em dibêjin ku emê rê nedin kesên xayîn û aqilmendên wan ku bi destkeftiyên şoreşa gelê me bilîzin. Bedela wê çi dibe bila bibe em dê nirxên gelê xwe biparêzin û nahêlin ku tu kes pêşketina gelê me rawestîne.” 

ANF/QAMIŞLO