TEV-DEM’ê bibîrxist ku gelê Kurd di sala 2013’an de li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên dîrokî bi dest xwe xistin û bi avakirina hêza YPG’ê hemû destkeftiyên xwe parastin. Peyam wiha dewam dike: "Li aliyê din YPG’ê berxwedaneke bêhempa li hemberî çeteyan û hêzên rêjîmê da meşandin. Bi boneya hatina sersalê em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Bi saya xwîna şehîdan gelê Kurd di warên siyasî, rêveberî û leşkerî de biser ket. Diyar bû ku xeta sêyemîn a ku gelê Kurd pejirandiye rêbaza herî rast e."
Daxuyaniya TEV-DEM’ê bi van hevokan bidawî dibe: "Avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li her sê herêmên rizgarkirî Efrîn, Kobanê û Cizîrê serkeftineke gelekî girîng e. Li ser vê bingehê em bang li hemû pêkhateyên Sûriyê bi hemû rêxistinên xwe yên siyasî û civakî dikin ku piştgiriya vê rêveberiyê bikin. Di dawî de em hêvî dikin ku sala 2014’an ji bo hemû gelên herêmê bibe sala aştiyê.”
NAVENDA NÛÇEYAN