Kongreya TEVDA bi beşdariya 108 delegeyan û bi deqîqeyek rêzgirtinê li salona Newroz a li Şengalê roja 18’ê Cotmehê hat lidarxistin. Gelek kesayet û mêvan jî beşdarî kongreyê bûn. Ji partiyên siyasî jî Partiya Şûî û Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) beşdarî kongreyê bûn. Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb jî di kongreyê de amade bû. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Meclisa Rûhanî jî peyamên pîrozbahiyê ji kongreya TEVDA re şandin. Serokê TEVDA Seîd Hesen Seîd xêrhatina delege û mêvanan kir û wiha got: “Ez cejna Êzîdiyan li tevayî Êzîdî û Misilmanan pîroz dikin.”
Seîd diyar kir ku dixwazin bi vê kongreyê daxwazê ji gelê Şengalê bikim ku em di qonaxekî giran re derbas dibin û wiha got: “Divê îro hemû welatiyên Şengalê ligel, Êzîdî, Misilman, Ereb û Xiristiyanan fêm bikin destê biratiyê bidin hev û hev bigirin. Divê li hemberî hev rezdar bin. Divê rezdariyê ji bîr û baweriyên cuda re bigrin. Divê em hemû li hemberî karên terorîstî hişyar bin.”
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb jî di kongreyê de axivî û serkeftin ji kongreyê re xwest. Xerîb wiha got: “Ez pir keyfxweşim ku di kongreya we de beşdar bûm.” Diyar Xerîb destnîşan kir ku Şengal ne tenê bi rêya asayîşê belkî bi piştgiriya gelê herêmê jî ji terorîstan tê parastin. Xerîb ragihand ku kongreya çaremîne beşdar dibe û her carê pêşketinek mezintir di kongreyê de çêdibe.
Hewldan ji bo yekîtiya Êzîdiyan
Di 5. Kongreya TEVDA de meclisekî nû ya ji 13 kesan hat hilbijartin. Di nava vê de jî rêveberiyek ji 5 kesan hat avakirin. Seîd Hesen Seîd wekî serokê nû yê TEVDA hat hilbijartin. Kongreya TEVDA ya ku bi awayekî serkeftî bi dawî bû û çend biryarên giring hatin standin. Ji wan jî; “Kongreyekî giştî ya Êzîdiyan were lidarxistin. Naskirina olê Êzîdiyan. Piştgiriya maddî û manewî ji bo televizyona Êzîdiyan were kirin. Kongreya ciwanan a Êzîdiyan were lidarxistin. Kongreyên taxan ên Êzîdiyan werin lidarxistin.” Di kongreya TEVDA de daxwaz hat kirin ku di van kongreyan de li gor guhertinên li cîhan, navçe û Kurdistanê guftûgo werin kirin. Di naveroka kongreya TEVDA ya ku tenê Êzîdiyên li Herêma Kurdistana Federal beşdarbûyîn de mijarên sereke yên wekî; xortkirina tifaqiya di navbera Êzîdiyan de û vegera Êzîdiyan a li ser gundên xwe hatin guftûgokirin.
Bavê Şêx û Mala Mîran peyamên pîrozbahiyê ji kongreyê re şandin û ragihandin ku ji ber taziyê nekarîne beşdarî kongreya 5. a TEVDA bibin. Kongreya Tevgera Êzîdiyên Demokrat (TEVDA) her du salan carekê tê lidarxistin.
ŞENGAL