Rêxistina Alîkariya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, UNAMI´yê ragihand ku piştî artêşa Iraqê operasyona kontrolkirina bajarê Til Eferê da destpêkirin, 30 hezar kes cih û warên xwe bûne û fikar heye ku ji ber nebûna xwarin û avê jî mirina sivîlan zêde bibe.

Li gorî ku UNAMI radigihîne ji dema ku operasyonê dest pê kiriye û heta niha qederê 30 hezar kesî ji cih û warên xwe bûne. Ev kesên cihê xwe terk dikin berê xwe didin herêmên ewle. Kordînatora UNAMI Lise Grande di daxuyaniyeke nivîskî de radigihîne ku mirovên ku cihê xwe terk dikin di gel hewaya zehf germ û şertên giran qederê 10-20 saetan dimeşin.

Grande da zanîn ku têkildarî aqûbeta sivîlên li herêma şer de jî ti agahî nehatine girtin û got, ew amadekariyê dikin ku di rojên pêş de sivîlan ji herêmên xeter tehliyeyî herêmên ewle bikin.

Grande her wiha îşaret bi metirsiya mirina sivîlan jî dike û dibêje, li bajêr stokên xwarin û avê qediyane û got, dibe mirina sivîlan zêdetir bibe.


 NAVENDA NÛÇEYAN