Li ser birêveberiya îmajê, hilbijartina nûçeyan û birêveberiya lêgihiştina raya giştî nexasim jî di vê demê de pêdivî bi analîzeke têgihiştinê heye. Herçî îmajên dewleta Tirk ji bo Kurdan diafirîne, birêveberiya îmajan û manîpulasyona raya giştî, ji bo têgihiştinê xwedî mestereyên hêsan e û mirov dikare li eqarê wê gotinên xwe bigerîne û heta bibezîne. Lê dema mijar çapemeniya Kurd be, ev erd tijî kortik e û dibe ku mirov simên hespê xwe di van kortikan de bide şikandin. 

Ji bo hasilê meqsedê bibim, ji bo ku di nava kortikan de xwe li tehlûkeyan neqelibînim, min miracaetî pisporekî meseleyê Dr. Jan Roj Keleş da ku beriya demeke kurt li ser nasnameya Kurd û Tirkên li Diyasporayê û îmajîn wan di medyayê de pirtûkek bi navê Media, Diaspora and Conflict weşandibû (Weşanên I.B. Tauris 2015). 


Nabêje me 75 Kurd kuştin

Dr. Jan Roj Keleş di vê biwarê de mînakekê afirandina îmajên derbarê Kurdan de li Tirkiyeyê dide û behsa çapemeniya sereke ya Tirk dike: “Weke nimûne, ev çapemenî dibêje 75 PKK’yê hatin kuştin, nabêje me 75 Kurd kuştin. Bi vî awayî maneyekê diafirîne: kuştina Kurdan normal e. Li aliyê din ev îmaj ne hişk in; ango desthilatdarî yan jî navendên xurtiya siyasî dikarin li gorî îdeolojiya sereke (mainstream) îmajan biguherin, lewra di destê wan de gelek derfet hene ji bo pêkanîna vê yekê. Ango afirandina îmajên neerênî û erênî li gorî berjewendiyên derdor/navenda wan îmajan diafirîne diguhere.”


Birçî ne ji bo cîhgirtina di meydana gelemperî de

Baş e di nava çapemeniya Kurd de em çawa binirxînin afirandina îmajan? Weke min, Dr. Jan Roj Keleş jî di destpêkê de îşaret pê dike ku di nava çapemeniya Kurd de çapemeniyeke serbixwe di warê edîtoriyê û di warê fînansmanê de kêm yan jî nîne. Lê van tesbîtên giştî dike ku ji bo analîza nûçeyên Rûdawê ez ê li jêr bi kar bînim: “Sazûmaniyeke ragihandinê ya bawerî pê were nîne. Lê bi her halî ew dinihêrin ka kîjan nûçe bi kêra wan tê. Îro ew birçî ne ji bo cîhgirtina di meydana gelemperî de. Helbet ji bo wan girîng e, ka ev nûçe ye yan na, piştre ka gelo bi kêr tê mirov li ser bipeyive. Gelek şîroveyên hilbijartina nûçeyan û sedema rengê wan ên belavkirinê hene. Dibe ku hûn dixwazin tesîreke taybet li komeke bijartî bikin. Dibe ku hûn hewl didin di nava komekê de dubendiyê, pirrbendiyê biafirînin.”

Ji bo ez li mijara xwe ya sereke vegerim bû destpêkeke dirêj lê bi ya min bi kêr hatî.  


Îmaja “DAIŞ’ê karekî baş kiriye”

Ev demek e li ber çavên min dikeve ku Rûdaw bi tevahiya saziyên xwe yên ragihandinê hin nûçeyan diweşîne ku DAIŞ’ê û hevalbendê wê dewleta Tirk şîrîn, normal û “ji me” nîşan didin. Ev nûçeyên ku di nava rayê sereke yê herika nûçeyên Rûdawê de reşandî, dixwazin îmajeke çawa biafirînin? Pêr (20.12.2015) nûçeyek hat weşandin ku pê dihat gotin, DAIŞ‘ê Iraqiyek kuştiye ku berpirs e ji kuştina Kurdan di Enfalê de (binihêre li wêne 1). Jixwe sernûçe jî vê îfade dike. Peywenda kuştina vî kesî tê veşartin û tenê ya derdikeve pêş di Enfalê de rolgirtina wî ye. Herçî mirov weke Kurd ji meselê, ji vê nûçeya kurt digihêje ew e ku DAIŞ‘ê karekî baş kiriye. Heke Baasiyan Rûdaw bişopanda, mumkin bû wan bi rengekî din bixwenda, lê Rûdaw hema hema bi temamî berê xwe dide raya giştî ya Kurd nexasim jî li Başûrê Kurdistanê. 

Ev pirs bila wisa bimîne li vir û DAIŞ’a Rûdawê bila li vir şîrîn bi me re bibişire. 


Afirandina îmajeke erênî lazim e

Em berê xwe bidin nûçeyeke wê ya din ku 14’ê Kanûnê hat weşandin bi sernivîsa “Numan Kurtulmuş: Bila gerîla neyên kuştin” (binihêre li wêne 2). Ev nûçe xwe disipêre nûçeya ji çapemeniya Tirk a 14’ê Kanûna îsal (binihêre li wêne 3) ku bi sernûçeya “Kurtulmuş: Bila dev ji terorê berdin û teslîm bibin”. Baş e, ji bo çi tiştekî ku Kurtulmuş negotiye (negotiye “gerîla”), Rûdaw weke sernûçe bi kar tîne? Li ber me gelek şîrove hene, lê em berê xwe bidin ya herî maqûl, û êdî gotina xwe bi vir de û wê de nebin. Neserxwebûna Rûdawê ne bi tenê darayî ye, her weha di warê edîtoryal de bi navendeke siyasî ve girêdayiye. Diyar e ev navenda siyasî hez dike, peyva “bila teslîm bibin” weke “ Bila gerîla neyên kuştin” bide nîşan. Çawa ku sedema kuştina Baesiyê di nava DAIŞ’ê de dixwaze veşêre û weke ku “ji ber ku Kurd kuştine, ew jî hatiye cezakirin” deyne ber me. Li vir pirsa ku li ber me dimîne “çima”yeke besît e. Herçî Kurtulmuşê ku alîkarê serokwezîrê Tirk e, weke hevalbendê siyasî û jeostratejîk, afirandina îmajeke erênî lazim e. Nexasim jî di wê demê de ku dewleta wî “ji bo parastin Kurdan esker şandin Mûsilê” (li gorî hin nivîskarên Rûdawê ji bo parastina serxwebûna Kurdistanê) îmajake bi vî rengê bivênevê bû. Lê Rûdaw ji bîr dike ku dijminahiya dewleta Tirk bi Kurdan re bi çend îmajên wan afirandî wê nequlibe û berepaş nebe. 

Şîrînkirina DAIŞ´ê jî belkî îşaret bi hin lihevkirinên siberojê dike. Lewma, naxwe çima bi puntoyên mezin rabe, “Hevpeymana Îslamî PKK xist nav lîsteya terorê” bike nûçeyeke manşet. Ji bo çi rabe rojevên talî li Kurdistanê û nexasim jî li Rojava biafirîne? 



LUQMAN GULDIVÊ