Li herêma Çiyayê Katoyê ku zêdeyî 2 mehan e bi pêşengiya cerdevanên taybet operasyona eskerî didome, niha amadekariyên çêkirina qereqolên nû tên kirin. Piştî ku li Şirnex û navçeyên wê bi sedan herêm ji aliyê walîtiyê ve wek “Herêma Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin û têketin û derketina wan hat qedexekirin, operasyonên eskerî dest pê kirin, û ev operasyon hîn jî didomin. Yek ji van operasyonan jî operasyona li herêma Çiyayê Kato Jîrka û herêma Bestayê ye ku di 18’ê Nîsanê de hatibûn destpêkirin. 31’ê Gulanê helîkoptera Fermandarê 23’yemîn Tumena Sînor a Cendirmeyan Aydogan Aydin tevî 12 eskerên payebilind ên pê re, hat xistin, û hemû hatin kuştin. Niha li Kato li dijî tirsa xwe dewlet dixwaza qereqolên nû ava bike. Çavkaniyên herêmî got, bi makîneyên kar û teqemeniyan gelek şikeft tên texrîbkirin. Çavkaniyan, dest nîşan kir ku hin teqemeniyên ku li şikeftan hatine bicihkirin nehatine teqandin. Hat gotin, ji bo avakirina binkeyên eskerî makîneyên eskerî tim dixebitin. Her wiha heman çavkaniyan da zanîn ku ji bo qereqolên nû tim bi kamyonetan malzemeyên înşeatê tên veguhestin.
ŞIRNEX