Încî Erpolat ji morîkan li dijî nezerê motîfan çêdike. Ew dibêje: “Li gorî min divê dîrok û ew atmosfer di objeyekê de bên cem hev û li dîwarên malên me cihên xwe bigirin. Her motîfek taybetiya wê her rengek zimanê wê heye.”
Încî Erpolat 50 salî ye. Hîna nû, dest pê kiriye, van morîkên nezerê çêdike. Încî ji navçeya Êlihê Kercosê ye. Du zarokên wê hene. Ew dibêje, morîka nezerê ya ewil wê Mijdara 2019’an çêkiriye: “Ez ji huner û sinet, hez dikim. Beriya vê jî min neqş û dirûn, boyaxkirina qumaşan, wêne û gelek tiştên din çêdikirin. Morîka nezerê objeyeke bi hezaran salî çanda bi hezaran salî temsîl dike. Ji ber wê jî min jê hez kir.”
Încî dibêje ji moriyan çêkirina van objeyên li dijî nezerê, ji bo wê weke seansên terapiyê ne: “Li Kercosê li her malê morîkên nezerê hebûn. Dema piçûk bûm, min digot belkî nok in. Min dişibandin nokên şîn. Alavên bi kar tînim jî berhemên kevn ên li malê ne. Ji bo min dîrok û atmosfera wê demê yên di objeyê de û her wiha li dîwarên malên me, gelekî bi qedr in. Em pirranî tiştên kevn ên li malê diavêjin. Ev karê min zehmet dike. Min tiştên kevn ên xizm û malbatê hemû anîn. Ecibandina morîkên nezerê, min gelekî kêfxweş dike.”
JINNEWS/ÊLIH