TJKE diyar kir ku astengkirina hevdîtina malbatê, parêzeran û Heyeta Îmraliyê nîşan dide, ku planeke cidî ya tinekirinê di meriyetê de ye û got, „Hikûmeta AKP, bi nedîtina pirsgirêka tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê me re, ku ji bo gel û jinên Kurd sedema şer û aştiyê ye, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ji meriyetê rakiriye. Mafên herî bingehîn ên gelê Kurd jî kiriye mijara bazarê, nêzîkatiya serdest û yek alî re li ser tevgera me û rêberê me ferz kiriye û bi vî rengî pêvajo xetimandiye

Ji ber vê yekê, ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn, rastiya tecrîdê ku sûcê li dijî mirovahiyê ye nîşan daye ku dewlet û hikûmeta AKP’ê sûcê li hemberî mirovahiyê dikin. Lewma, divê li hemberî sûcê li dijî mirovahiyê û hemû binpêkirinên mafên Rêbertiya me, di asta herî bilind de nerazîbûn bê nîşandan. Girîng e ev nerazîbûn timî û encamgir be. Eger Rêberê me yê ku bi mîlyonan mirovan ji bo wî gotine vîn û rêberê min e û di vê oxirê de 10 mîlyon îmze hatiye komkirin hînê dîlgirtî be, pêwendiya vê yekê bi nêzîkatiya hêzên demokrasiyê heye ku berê xwe nadin çalakiyên bi bandor û timî. Aştî di nava çar dîwaran de nayê, lewma divê şert û mercên aştiyê bên afirandin. Dîlgirtina aştiyê tê wateya vekirina pêşiya şer. Tê wateya şer bi xwe.“

TJKE da zanîn ku di civîna rêveberiyê ya 11’ê Tîrmehê ya jinên Kurd ên li Ewropayê de biryar hatiye dayîn bi şiyara „Azadiya jinê bi azadiya rêbertiya me dibe“ rêze çalakî werin lidarxistin û ev agahî da: „Li ser vê bingehê em ê çalakiyên xwe bi dirûşma ‘rêberê azad, jiyana azad’ lidar bixin. Di serî de agahdarkirina rêxistinên civakî yên sivîl, organên çapemeniyê, nûnerên partiyên siyasî û raya giştî, wê çalakiyên weke agahdarkirin, vedana konan, meş û mîtîng bên lidarxistin. Bi vî rengî li dijî gef û polîtîkayên şantajê yên AKP’ê heta dawiyê wê têkoşîn bê meşandin. Li ser bingeha azadiya Rêber Apo, li ser bingeha hevrêtiya rast em bang li tevahiya gelê xwe û jinan dikin ku beşdarî çalakiyan bibin.“  


NAVENDA NÛÇEYAN