SîneJîn / Ali Güler
Sînemaya Kurd a di salên 2000´î de li ser mijara trajedî, êş, sînor û parçebûna Kurdan hatibû avakirin îro jî bi berxwedan û hêviyan mezin dibe. Sînemevan Mehmet Aktaş, vê pêşketinê giredayî berxwedana jinên Kurd a li dijî DAİŞ´ê dibine. Aktaş, dibeje,”Berxwedana YPJ´ê bandoreke mezin li ser sînemevanên Kurd çêkir. Çavkaniya van fîlman jî ev berxwedan e.”
Her çixas destpêka sînemaya Kurd, di sala 1926´an de bi kişandina fîlmê “Zerê” were qebulkirin jî lê wek sazîbûn, di salên 2000´î de hat destpêkirin. Fîlmên wan salan dihatin çêkirin, bê navber heta dema me ya îro dewam dike. Îro dirêj, kurt û belgefîlm jî di nav de ji 1000´î zêdetir fîlmên Kurd hene û li meydana navneteweyî cîhekî girîng digire. Di destpêkirin û serketina sînemaya Kurd de bêguman rola Behman Qûbadi, Hiner Salim, Kazım Oz, gelekî mezin e. Di van salan de mijara fîlmen Kurd bi pirranî, sînor, parçebûn, êş, komkujî û trajediya Kurdan bû. Demeke dirêj sinema Kurd li ser van mijara pêş ket. Heta hinek derûdoran ev mijar wek nasnameya sînema Kurd dîtin, bi vî hawî bi nav kirin. Lê van çend salên dawî, bi teybetî jî berxwedana Kurdan a li dijî DAIŞ´ê, bi teybetî jî rola jinên Kurd a di vê berxwedanê de wek gelek derûdoran, bandor li sînemevanên Kurd jî kir. Senarîst û çêkerê sînemayê Mehmet Aktaş vê rewşê ji bo sînemaya Kurd weke pêşketineke baş dibîne û dibêje, “Sînemaya Kurd di destpêkê de mijarên êş, trajedî, komkujî parçebûna Kurdan anîn ser perdeya spî û bi wî awayî bi pêş ket. Lê ev rewş guherî û mijarên berxwedan û xwebûna Kurdan dikevin nava fîlman.
Em bi Mehmet Aktaş re li ser rewşa sînemaya Kurd, zehmetiyên wê û paşeroja wê axivîn.
Dema meya îro, sînemaya Kurd di rewşeke çawa de ye?
Ew zaroka di salên 2000 î de ji dayîk bûbû, dema me ya îro, bi lez û bez mezin dibe. Ev sînemaya me a xwedî rengê helbestî, realîst û belgeyî, bêguman bingeha xwe ji Yilmaz Guney digire. Îro jî mirov dikare bibêje,naşibe ti sînemaya welatên cînaran û ji xwe re rêyek daniye û di vê rêyê de dimeşe. Di nava lêgerîneke destnivîsên cuda de ye.
Di destpêke de mijarên parçebûn, komkûjî, trajedî bingeha fîlmên Kurd bûn. Lê îro di nava fîlmên Kurd de motîfên berxwedanê zêdetir in. Hûn vê çawa dinirxînin?
Sînemaya Kurd bê nîqaş bi Yilmaz Guney dest pê kir. Ji Guney heta salên dawî nuqteya hevbeş a fîlmên Kurd: Komkûjî, parçebûn, sînor, zilm û zardoriya ser Kurdan û mijara jînê bû. Ev çîrok, mijarên derhênerên Kurd bûn. Lê êrişên DAIŞ´ê li dijî Rojava û li hemberî van êrişan berxwedana Kurdan bi teybetî jî qehremaniya YPJ´ê li tevahiya cîhanê deng veda. Vê berxwedanê wek her kesî bandor li derhênerên Kurd jî kir. Derhênerên ne polîtîk jî di bin vê bandorê û tabloyê de man, û çîrokên fîlmên xwe bi vî rengî nivîsandin. Li aliyê din, sînema wêneyek ji nava jiyanê ye. Em nikarin ji jiyana civakê û gel serbixwe rahêjin sînemayê. Ji bo wê jî reşwa sînemaya Kurd jî giredayî rewşa Kurdan gihîştiye. Îro, cîhan hemû behsa Kurdan û berxwedana wan dike. Bi teybetî jî berxwedan û tekoşîna jinên Kurd. Çawa heta niha fîlmên trejadiyê dihatin çêkirin. Îro jî fîlmên berxwedanê derdikevin pêş û çêdibin. Ev jî pêşketineke gelek mezin û giring e.
Fîlmên van demên dawî bi vî rengî hatine çêkirin, bêhtir kîjan in?
Fîlma “14 Tirmehê”, “Gulîstan”, Bihuşta Min”, “Nûjin”, ji vanan çend fîlm in, li gorî min fîlma “Reşeba” jî behsa berwxedana jinên Kurd dike. Ev fîlm demê dawiyê hatine çêkirin. Lê gelek projeyên niha tên amadekirin bi giştî mijarên wan berxwedana Kurdan in; nexasim jî ya jinên YPJ´ê.
Hûn wek senarîst û çêker, derhênerên li Kurdistanê û yên li diyasporayê re dixebitin. Zimanê sînemaya van kesan ê hevbaş û cuda çi ye?
Jixwe dewlemendî û hêza sînemaya Kurd jî di vir de ye. Huseyin Tabak, Umut Dağ zanîngeha Michael Haneke qedandin. Şevket Emîn Korkî di nava sînemaya Îranê de xwendiye. Dîsa Hisham Zaman û Ayşe Polat ji nava sînemaya Ewrûpayê derketiye. Ev tercûbeyeke cuda tîne nav sînemaya Kurd. Lê ji vê cudatir jî nuqteya hemû derhênerên Kurd ya hevbeş jî Yılmaz Guney e. Hemû, her kes wî wek hostayê xwe dibîne.
Ev cudabûn ji bo sînemaya Kurd tê çi maneyê?
Di serî de ev tercûbe û zanist sînemaya Kurd entegreyî sînemaya cîhanê kir. Di vê plotformê de anî cîhekî. Wekî din, ez vê rewşa sînemaya Kurd dişîbinim sînemaya Cihûyan yanê ya Israîlê ya destpêkê, dema dewleta Îsraîlê nû ava bû, wê demê sînemevanên Cihû yîn ji gelek deverên cuda yên cîhanê li hev kom bûn û zimanekî sînemaya nû ava kirin. Ez rewşa sînemaya Kurd jî dişibînim wê demê.
Li qada navneteweyî, navê sînemaya Kurd heye û ji xwe re cîhek çêkiriye. Lê di nava Kurdan de bazareke sînemayê tine. Çima ev bazar çênabe?
Ya pêşî, li Başûrê Kurdistanê qaydeyên aboriya lîberal nehatine rûniştandin. Li wir kapîtalîzma wehşî û gendelî hatiye avakirin. Dema ev herdu tişt werin cem hevdu, di warê çande de zehmetiyên mezin çêdibin. Li Başûrê Kurdistanê, salonên sînemayê hene. Lê fîlmên Hollywoodê bi nivîsa Erebî tên nîşandan. Dîn û îmanê xwediyê van salonan pere ye. Tesîra sînemayê çawa li ser çand, huner, perwerde û bipêşketina neteweyî çêdike, lê nafikirin. Li gorî min li wir polîtîkayeke çandê ya giştî tine. Ew jî xetaya wezareta çandê ye.
Ya duyemîn, li Bakurê Kurdistanê rewş cuda ye. Li wir şer heye. Hemû şaredarî hatin desteserkirin. Beriya şer baş bû. Bi rêya şaredaran salon hatibûn vekirin, festîval dihatin çêkirin, fîlm dihatin nîşandan. Bi rastî jî ji bo sînemaya Kurd hêviyeke mezin bû. Lê piştî vê rewşê ev tişt ji holê rabûn. Li hemû Tirkiyeyê jî şirketên belavkirinê jî fîlmên Kurd nagirin. Tirseke mezin heye.
Niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka herî mezin belavkirina fîlman e.
Hûn paşeroja sînemaya Kurd çawa dibînin?
Sînemaya Kurd êdî nasekine, her bi pêş dikeve. Qet tiştekî nebejî, derhênerên Ewro-Kurd vê sînemayê bi pêş dixînin û di meydana navneteweyî de digihînin asteke diyar.