Tevî hemû hewldanên dewleta Tirk jî rêveberiya Trump beriya serdana Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan a Washîngtonê biryara dayina çekên giran ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) erê kir. Hewldanên heyeta Tirk a ji Serfermandar Hulusî Akar, Musteşarê MIT’ê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ên ji bo astengkirina biryarê ev çend rojin li Washîngtonê di meşandin bê encam man.  

Îmzekirina biryara dayina çekên giran a ji bo YPG’ê û hêzên tevlî Pêgava Xezeba Firatê dibin tê wateya ji holê rakirina derfeta daxwazkirina Erdogan ji Trump a beşdarbûna operasyona Reqayê. 

Hêza Reqayê rizgar bike YPG ye

Berdevka Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) Dana Whîte îmzekirina biryarê ji aliyê Serok Donald Trump ve ji raya giştî re aşkere kir got, tekane hêza ku karibe Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar bike YPG ye. Têkildarî nerazîbhuna Tirkiyeyê jî Whîte got ku ew di cudahiya fikarên Tirkiyeyê yên derbarê ewlekariyê de ne. Li gor nûçeya Associated Pressê jî Serokê Komîteya Karê Derve ya Kongreya Emerîkayê û Senatorê Tennessee Bob Corker têkildarî mijarê gotiye, “Ev, çareseriya ku di vê demê de dikare pêk were ye.“ Li ser pirsên ka Tirkiye wê nerazîbûneke çawa nîşan bide jî Corker destnîşan kir ku berjewendiyên DYA û Tirkiyeyê niha di heman xetê de ne û di noqteyekê de diviyabû biryara dawî werê dayin. 

Yek ji senatorên komarger ku ji AP re axifî destnîşan kir ku biryara dayina çekên giran ji bo YPG’ê ku li dij DAIŞ’ê şer dike di kongreyê de desteke mezin dîtiye. 

Çekên pêwist wê bên şandin

Berdevkê Qesra Spî Sean Spîcer bibîr xist ku heta niha YPG’ê bi qana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi sînor çek û amûrên leşkerî bidest dixistin û got, “Bi vê polîtîkaya nû re emê çekên ku pêwistin li Reqayê li dij DAIŞ’ê bêne bikar anîn bişînin herêmê.“ Di nava çekên werin şandin de sîstemên radarê yên şopandina qada hewayî û gelek cureyên çekan ên dewleta Tirk demeke dirêj e wi DYA’ê dixwestin jî hene. 

Muslim: Biryareke ku em li bendê bûn

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim erêkirina biryarê ji aliyê Serokê DYA’ê ve mîna biryareke ku ji bo wan ne suprîz e û li bendê bûn binav kir: “Têkoşîna ji bo rizgarkirina Reqayê bi hewldanên koalîsyona navneteweyî ya li dij DAIŞ’ê ava bûye re hevdeng dimeşe. Dayina çekan ji bo YPG’ê ji aliyê DYA’yê ve tiştekî xwezayî ye.“

Tenê hatin agahdar kirin

Rojnameya New York Times diyar kir ku Berdevkê Serokomariya Tirk Îbrahîm Kalin roja Duşemê ji biryarê hatiye agahdar kirin û wiha got; “Mîsyona Akar, Fîdan û Kalin ew bû ku  çekdarkirina Kurdan a ji aliyê Trump ve asteng bikin. Tenê ew agahdar kirin ku biryar ji zû ve hatiye stantdin.“  

Enqere xwe dubare kir

Belavbûna biryara erêkirina dayina çekan ji bo YPG’ê li Enqerê atmosfereke panîkê ava kir. Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu tez û gotinên salên dawî rojane têne gotin bilêv kirin û got, ferqa PKK’ê û YPG tune ye. Cîgirê Serokwezîrê Tirk Nurettin Canikli jî got, “Ev ji bo dewleta Tirk û miletê Tirk mijara hebûn û tinebûnê ye. Ev tevgerên li dij gelê Tirk in.“

‘Peyam êdî ‘neyê DYA’yê’

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Erdogan Toprak destnîşan kir ku piştî vê biryarê hevdîtina Trupm-Erdogan êdî tenê wê di awirê de be. Toprak erêkirina biryarê mîna peyama ji bo Erdogan a “Êdî neyê DYA’yê“ binav kir. 

Endamê Meclîsa Nûneran a DYA’yê Ted Deutch jî bang li Trump kir ku hevdîtina bi Tayyip Erdogan re a tê payin li Washîngtonê pêk were betal bike.


NAVENDA NÛÇEYAN