Serokkomarê Tirk Erdogan wê 28-29’ê Îlonê li Berlînê hevdîtinan bike. Ji bo protestokirina Erdogan, gelek saziyan dest bi kampanya “Erdogan not welcome” (Erdogan tu ne bi xêr hatî) kir.

Erdoganê ku wê bi heyeteke ji 80 kesî bê Berlînê, wê ji aliyê Serokkomar Frank Walter Steinmeier ve li ser xalîçeya sor bi protokola dewletê were pêşwazîkirin. Erdogan dixwaze bi serdana xwe ya du rojan hevkariya stratejîk, siyasî û aborî ya bi dewleta Elman re xurtir bike. Li ser serdana Erdogan, siyaseta Elman bûye du parçe.

 

29´ê Îlonê çalakiya mezin a dij-Erdogan heye

Ji bilî partiyên CDU/CSU û SPD ên hikûmetê, hemû partiyên mixalefetê bi tundî li ber pêşwazîkirina Erdogan a bi vî rengî radibin. Di serî de saziyên koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî, sendîka, komeleyên jinan, partiyên siyasî û komên çep amadekariyan dikin ku Erdogan protesto bikin.

Bi vê armancê platformek bi navê ‘Erdogan not welcome’ hate avakirin. Ji bo karibe xwe bigihîne gelek mirovan, platformê bi navê “erdogannotwelcome.wordpress.com” malpereke înternetê vekir. Daxuyaniyek li ser malperê hate weşandin û hate gotin, Erdogan li şûna ku mîna Çavûşoglû bi servîsa çayê bê pêşwazîkirin, divê li Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya li Den Haagê were dadgehkirin.

Platform wê di dema hevdîtina Erdogan a bi rayedarên hikûmeta Elman re, 29’ê Îlonê saet 12’an li qada Neptunbrunnen a li meydana Alexanderplatzê xwepêşandaneke girseyî li dar bixe.

 

BERLÎN