Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 20’an de dewam dike.Jinên li Colemêrgê hatin hilbijartin piştgirî dan çalakiya Leyla Guven.
Divê em piştevaniya wê xurt bikin
Hevşaredara Geverê Adile Kozay ku ji peywirê hatibû girtin, diyar kir ku ji ber zextên îktîdarê demek dirêj e demokrasiyê ji ser vê axê bar kiriye û got:“Tecrid tundî ye. Guven li dijî vê tundiyê têdikoşe. Em piştevaniya Guven xurt û mezin bikin. Guven di 25’ê mijdarê de bi çalakiya grevê pêşwazî dike.Divê em piştevaniya wê mezin û xurt bikin.”
Ji vîn, hêz û hebûna jinê ditirsin
Seroka Meclîsa Bajar a Colemêrgê Gulizar Îliş jî bal kişand ser vîna jinê ya li Colemêrgê û wiha got: “Li Colemêrgê li dijî vîna jinê êrîşek mezin heye. Niha bi gotina ‘Hûn hilbijêrin jî emê dîsa qeyûm tayîn bikin’ helwest û feraseta xwe ya li dijî vîna gel aşkere dikin. Selma Irmak wekî vîna jinê hat hilbijartin. Yên ev yek tehamul nekirin ew girtin. Niha Leyla Guven li girtîgehê dîl hatiye girtin. Sedema vê yekê pêşengiya jinê ya li ser vê axê ye. Ji ber vê yekê êrîşî vîna jinê dike. Divê bêtir em li vîna jinê xwedî derkevin. Yên ji vîn, hêz û hebûna jinê ditirsin û yên ditirsin ku jin jiyana azad bidin civakê hem tuniya derûnî hem jî tundiya fîzîkî pêk tînin. Lê wekî berxwedana Leyla Guven jî nişan dide ku jin li dijî vê tundiyê serî natewînin.”
Tundî û tecrîd nayê qemûlkirin
Hevseroka DBP´ê a Navçeya Geverê Oznûr Evîn jî anî ziman ku dewleta ku hişmendiya mêr serdest e, Leyla Guven a bi dengê deh hezaran jinan hat hilbijartin li girtîghê dîl girtiye û got: “Dewlet bi vê yekê polîtîkayên dijminantiyê li dijî jinê dimeşîne. Jina bi vîna jinê hatiye hilbijartin îro girtî ye. Girtina vîna jinê nayê qebûlkirin. Hem êrişa derûnî, hem êrîşa fîzikî û hem jî êrîşa bîrdozî heye. Niha li dijî vîna jinê êrîşa bîrdozî heye. Tecrîd tundî ye. Guven li dijî vê tundiyê ket grevê. Tundî û tecrîd nayê qemûlkirin.Divê em têkoşînka wê di nava civakê de jî belav bikin.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, jî bi navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê dîl tên girtin, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê nameyek şand û têkoşîna jinan silav kir.
MA /AMED