Sosyalîstên welatên Galiyan ê li Brîtanyayê, ji berxwedêrên di hepsan de ketî rojiya mirinê re kartên postê bi armanca piştgiriyê şandin.
Li hepsên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 30 hepsiyan ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kiribû û beriya heştekê li ser daxwaza Ocalan bi xwe, dawî li çalakiya xwe anîbû. Sosyalîst û anarşîstên ji Welatê Galiyan kart ji van hepsiyan re şandin û peyama, em ê di doza heq a miletê Kurd de her li cemê bin, dan hepsiyan.
Van piştgiran kart şandin ji Asli Dogan, Ardil Çeşme, Zozan Çiçek, Şukran Aydin, Nesrîn Akgul, Ahmet Topkaya, Ferhat Turgay, Abdulhalik Kaplan, Enver Donmez, Ergin Akhan, Îhsan Bulut, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Erol Cengiz û Ahmet Anigi re yên ku 30´ê Nîsanê dest bi rojiya mirinî kiribûn û ji Yaşar Cinbaş, Muhammed Înal, Diyadîn Akdemir, Engîn Kahraman, Îbrahîm Dogan, Ahmet Emin Eren, Mustafa Taştan, Senar Efe, Burhan Şik, Faysal Atak, Şefik Kayhan, Reşat Ozdil, Zeki Bayhan, Yilmaz Yildiz û Saît Ozturk ên 10´ê Gulanê dest bi rojiya mirinê kiribûn.
Ev girtî beriya wê di greva birçîbûnê de bûn ku Hevseroka HDP´ê Leyla Guven 8´ê Çiriya Paşîn a 2018’an pêşengî jê re kiribû, û ji 1´ê Adarê û pêve bi beşdariya qederê 7 hezar hepsiyan bi awayekî girseyî dewam kiribû bi daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina Ocalanî. Ev çalakî, tevî rojiya mirinê li ser banga Ocalanî 26´ê Gulanê hatibû bidawîkirin.
Li Welatê Galiyan Îmam Şîş li bajarê Newportê çalakiya herî dirêj a greva birçîbûnê ya dîroka Brîtanyayê 161 rojan di çarçoveya heman hemlêya Leyla Guven de biribû serî, di serî de sosyalîst, miletê Welatê Galiyan destekeke mezin dabû çalakiyê.
CARDIFF