Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a bi awayê “PKK’yiyên ku çekan deynin dikarin biçin welatê sêyemîn” û got: “Erdogan dibêje ku hûn ê bibin Tirk û mileteke tenê qebûl bikin, an na hûn bi ku de diçin herin. Ez jî dibêjin çi karê we li welatê me ye? Ev der Kurdistan e. Divê hûn ji welatê me derbikevin û biçin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di peyama xwe ya sala nû de ku di Stêk Tv de hate weşand, pêşketin û bûyerên di sala 2012 de qewimîn nirxand. Karayilan ku xwest sala 2013 bibe wesîleya azadî, demokrasî û biratiya gelan, bal kişand ku gelê Kurd li her qadê li hemberî êrîşên topyekun li ber xwe daye. Karayilan destnîşan kir ku polîtîkayên tunekirinê yên ku AKP li hemberî gelê Kurd dimeşîne, bi berxwedana Îmrali, girtiyên azadiyê, gerîlayên azadiyê û bi berxwedana gelê Kurd hatiye pûçkirin. Karayilan diyar kir ku gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di warê siyasî û dîplomasiyê de têkoşîneke girîng meşandiye û sala 2012´an weke sala berxwedan û serkeftina gelê Kurd bi nav kir. 


Bila dagirker derkevin
Karayilan her wiha bûyerên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê jî nirxand û bang li hukûmeta AKP’ê kir ku dest ji polîtîkaya xwe ya yekperest berde û got: “Ji ber ku berdewamkirina polîtîkayên yekperest tê wateya Tirkperesteya bi darê zorê. Ev 90 sal in ku we ev yek bi ser neketiye, hûn nikarin ji niha û pêve jî bi ser bixin. Divê dewleta AKP’ê vê rastiyê qebûl bike.”
Karayilan bersiv da daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a bi awayê “PKK’yiyên ku çekan deynin dikarin biçin welatê sêyemîn” û got: "Ez weke wî zimanê xwe xirab nakim, lê ez hemû gotinên wî li wî vedigerînim. Erdogan dibêje ku hûn ê bibin Tirk û mileteke tenê qebûl bikin, an na hûn bi ku de diçin herin. Ez jî dibêjin çi karê we li welatê me ye? Ev der Kurdistan e. Divê hûn ji welatê me derbikevin û biçin.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser nîqaşên çapemeniya Tirk ên ji bo rûreşkirina PKK’ê dimeşîninû got: "Em niha bi hêz in. Em ji têkoşîna xwe paş ve gav naavêjin. Lê ger gelê Kurd were nasîn, ev rastî were dîtin û qebûlkirin û dewleta Tirk dest ji polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê berde, wê demê em ê jî bibin alîgirên diyalog û muzakereyan.”

Li Rojava destketî werin parastin

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Karayilan bal kişand ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku 19’ê Tîrmehê dest pê kir û destnîşan kir ku ev dîrok ji bo hemû gelê Kurdistanê rûpeleke nû ye û diyar kir ku gelê Kurd di sala 2012 de destkeftiyên xwe parastin û wê ji niha û pêve jî biparêze. Karayilan got ku sîstema Rojhilata Navîn hilweşiyaye û diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoya nû ya li heremê de cihê xwe bigire û tu kes nikare rê li pêşiya vê yekê bigire.

Ji bo kampanyayê bang

Karayilan der barê kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî axivî û xwest ev kampanya bi serkeftî bi encam bibe û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku bi tevlî kampanyayê bibin û xebatên kampanyayê berfireh bikin.

ANF/AMSTERDAM