Weşanên Aryenê didu jê roman û yek jê helbest, 3 pirtûkên nû çap kirin. Bi vî karê xwe Aryenê bi romaneke Kirmanckî jî yek ji kêm romanên bi Kirmanckî jî weşand.
Weşanên Aryenê, romana nivîskarê me Azat Ararat a bi navê “Şengal Vejîna Çilmêran”, pirtûka helbestan a Ahmedê Bilokî ya bi navê “ava tî” û bi Tirkî cîlda duyem a romana “Gülümse Ölüm Utansın II Ateşten Bir Umut (Bibişire bila mirin şerm bike II Ji êgir hêviyek)” a Xeyrî Garzan çap kir.
Şengal vejîna Çilmêran
Romana “Şengal Vejîna Çilmêran” a Azad Ararat ji 9 beşan û 117 rûpelan pêk tê. Roman behsa jiyana Êzîdxanê ya beriya êrişa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an û ya piştî êrişê dike. Di romanê de guherîn û veguherîna di nava civaka Êzîdî ya beriya êrişê û piştî êrişê tê destnîşankirin. Roman bi devê hevjînên hev Xwedêda û Xezalê û zarokên wan Berxwedan, Şaxewan, Vewrês, Mensûr, Tîjda û Pêşerojê tê vegotin.
Ava tî
“Ava Tî” bi çeşnê xwe helbest e û berhema duyem a Ahmedê Bilokî ye. “Ava Tî” 104 rûpel in û ji pêşgotina Mehmet Degirmenci û helbesteke dirêj pêk tê. Nivîskar Bilokî, berhema xwe “Ava Tî” diyarî rojnamevan Rohat Aktaş kiriye ku di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê, di jêrzemîna avahiyekê de hat qetilkirin û diyarî dayika wî Melîhe Aktaşê kiriye.
Berî “Ava Tî” romana Ahmedê Bilokî ya bi navê “Pepûla Azadiyê” jî ji Weşanên J&J der çûye.
Nivîskar Ahmedê Bilokî ku sala 1993’yan hat girtin û niha di Girtîgeha Tîpa F a Izmîrê de ye, bi van ristan dest bi berhema xwe “Ava Tî” dike:
parzemîneke germ ku ji hesreta avê diqilqilî
dareke qedîm ku ji hesreta avê pelweşandî
ava tî
av jî tî dibe û dibe baweriyeke
îbrahîmî di agirê nemrûdan de
av jî tî dibe û dibe evîneke apoyî
li çolên rihayê
…
Bibişire bila mirin şerm bike
Cilda duyem a romana “Bibişire bila mirin şerm bike II Ji êgir hêviyek” a Xeyrî Garzan bi Tirkî ye. Roman ji pêşgotin, nîşeya ji bo xwendevan, malavayî, 20 beş û 326 rûpelan pêk tê. Li dawiya berga romanê, Medya Doz bi çend pasajan roman nirxandiye û ji bo romana Xeyrî Garzan dibêje: “Dema hûn vê pirtûkê bixwînin hûn ê bibêjin ‘Mirov dikare xwe biwelidîne, dikare xwe di parzûnên dîrokê ve dawerivîne û dikare niviştekê bi ser milê êşê vebike.’ Bi xwe, min wisa got.”
NAVENDA NÛÇEYAN