Weşanxaneya Carlsen ku li Elmanyayê yek ji mezintirîn çapxaneyên kovar û pirtûkên ciwan û zarokan e, pirtûka zarokan a bi navê “Mein Freund Walter” (Hevalê min yê mezin Walter) ji bo zarokên koçber bi zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Sirbî belav kir.
Çapxaneya Calsen di malpera xwe de da xuya kirin ku armanca wan ji bo zarok û dayîkên welatê xwe li dû xwe hiştine, keliyên aram bi zimanê xwe derbas bikin û ew projeya wan bi alikariya karmendên çapxanê û kesên ku ji derve alîkarî dane, pêk hatiye.
Destpêka Kanûna 2015’ê Çapxaneya Carlsen 30.000 nusxeyên pirtûkê çap kirin û li 50 kampên koçberan belav kirin, da ku li wir li zarokên koçberan bên belavkirin. Pirtûk li ser malpera çapxaneyê jî weke PDF hatiye danîn. Ji navnîşana li jêr Kurdiya pirtûkê dikare bê daxistin: http://www.carlsen.de/sites/default/files/Walter-ebook_kurdisch_klein.pdf
DUSSELDORF