Li Rêya Armûşê Mûrat Demîr, xalî û tejikên ku 20 sal in berhev dike, dike çente, tûrik û kilîdank; kundirên ku li baxçê xwe jî diçîne, dike çira. Demîr, ev 20 sal in, vî karî dike.

Demîr dibêje, ew van xalî û tejikan pêşî perçe dike, paşê ji van perçeyan çente, çira, kilîdank û heybeyan çê dike. Demîr, bilêv kir ku ji her derî mirov tiştan jê dikirin û got: "Karê min hem zehmet e hem jî xweş e. Çêkirina çirayekê du rojan dewam dike. Lê gava diqede pir kêfxweş dibim. Kesên li rojavayê welat çirayan dikirin. Carinan dişînim derveyî welat jî. Hin kes ji Meletiyê tên, didim wan. Lê herî zêde ji bo kafeyan tên kirîn. Ligel vê çenteyan jî çê dikim. Herî zêde jî çenteyên jinan çê dikim. Çenteyê mila, çenteyê pişta, qewlik hwd. Rojê 3-4 çenteyan çê dikim. Ji xeynî vê guldankan jî çê dikim."

 

Bi kundiran çê dike

Demîr, da zanîn ku ew çirayan bi kundiran çê dike û got: "Ez pêşî nava kundir vala dikim. Lê heta kundir hişk dibe ez disekinim. Dawiyê ez nava wî vala dikim. Paşê li ser wî şiklê dilan an jî kulîlkan çê dikim. Paşê perçên xaliyê bi ser dikim. Ên dibînin ecêb dimînin."

Denîz, ji morîkên ku ji Efxanîstan û Îranê tîne jî gerdeniyan çê dike û got: "Elaqeya ji bo destkariyê kêm dibe. Mixabin piştî min wê pir kêmtir bibe. Ji bo vê divê kurs çê bibin û perwerdehî bê dayîn".

 

MA/WAN