Baş dizanim û di zanabûna wê tiştê de me ku Peyva xiyanetê peyvêke pirr giran e û nabe timî bête bikaranîn. Lê hin bûyerên dîrokî hene ku êdî peyva xiyanetê jî dibihurin. Di analîzên sosyolojiya serdestan de cihê vê peyvê nîne ji ber ku dema xiyanet li grûbên bindest, an jî têkoşerên azadiyê hatiye kirin, zirarên madî û manewî mezin li grûb û kesên bindest dane û ketiye xizmeta hêzên serdest û hevkarên wan. Di rastiya Rojhilata Navîn de ewqasî bûyerên tije xiyanet hene bi taybetî jî di nava dîroka Kurdistanê û nexasim dîroka 100 salên dawî de heta asta mûyê serê mirov rabin û mûçirkê bi laşê mirov de bîne. 

Meha Gûlanê bi du terorên pirr organîzekirî û hesabkirî di pelên herî reş a dîroka sedsala 20’an de cih digirê. Mixabin van navenda van her du teroran Başûrê Kurdistanê ye û herdûyan jî mîna kurmê darê bi destê PDKê û bi alîkarî û rasterast û kordînekirina hêzên dagirker ên Tirk hatine kirin. Yekem terorkirina Dr.Şivan (Seîd Kirmizîtoprak) yek ji rêberên Kurd ya Bakurê Kurdistanê di 13’Gûlana 1971´ê de û ya din jî teror û komkûjiya Hewlêrê ye ku di encama êrişên hêzên PDK´ê û Dewleta Tirk de 16’ê Gulana 1997´an herî kêm 92 endam û alîgirên PKK´ê ango gerîlayên birîndar, rojnamewan, siyasetmedar û xebatkarên saziyan hatin terorkirin. 

16´ê Gulanê roja şûm û tarî di dîroka Kurdistanê de ye, ev zihneyeta ku çavkaniya sereke ya vê komkujiyê ye, êdî tenê bi xiyanetê navê wê mirov hilde, ev kêm dimîne. Kêm dimîne, ji ber ku heta kes û aliyên xwedî wijdan yên bi hewldan, nivîs û daxwaziya xwe timî qala pêwîstiya yekîtiya netewî dikin, êdî bawer nakin PDK ji bo tiştekî wisa amade be. Bela xwe ji wê yekê veke ku xwe nêzî yekîtiya neteweyî bike, her roj gavên ku dike civak hêviya xwe jê bibirre, diavêjê. Êdî peyva xiyanetê, dizî, talanî û mafyayî ji peyvên ku rehet tên bikaranîn û her kes bi kûrahî wateya wan peyvan fam dike, bi kar tînin. Li holê sûcdarkirin nîne, lê rastiyek heye ku dost û neyar dibîne, rastiya komkûjiyên bi destê PDK´ê hatiye kirin û niha makîneya ragehandinê heye ku her roj û her kêlî karên wan bûye sipîkirina vê leke û rûyê reş yê dîroka wan. 

Van herdû teroran kulmeke ji molên hemû teror, komkujî û xiyanetên 50 salên dawî yên li Kurdistanê bi destê vê hêzê û bi alîkariya gagirkeran hatiye kirin. Lê ev her du teror gelekî bi pilan û bi hesab û di çarçoveyeke lihevkirinên setratejîk de hatine kirin. Lewma, piştî 47 sal di ser terorkirina Dr. Şivan re bihurîn û 20 salan jî di ser komkujiya Hewlêrê re, lihevkirineke 50 salî ya PDK-Erdogan ji bo talanbirina dewlemendiyên xwezayî ya Başurê Kurdistanê û li hevkirinên serbazî, îstixbaratî û aborî ku hin Parlementeran ji Başûrê Kurdistanê di gera xwe ya dawî ya Ewrûpayê de eşkere kirin ji sedî sed û rasterast berdewamiya van teroran e ku armanc parastina statuya dewletên serdest û parastina berjewendiyên komek ji PDK´ê ye. Ti kes nekare rewşa ku ev hêza Kurdî ketiyê biparêze, û ev rewş xiyaneteke eşkere û nesergirtî ye. Bêgûman ne tenê ev her du teror û ne tenê li hemberê PKK´ê, lê PDK´ê xwest rikberên xwe yên li Başûrê Kurdistanê jî gav bi gav bi çavtirsandin, kirînên wijdan, lihevxistin û parçekirinê ji hêz bixe û di vê yekê de jî heta astekê bi ser ketiye. Mijar li vir jî sûcdarkirin nîne, ji ber ku rewş li holê ye, û her kes hem dost û hem neyar jî bi vê rewşê dizanin û dibînin. Lê ji ber ku makîneyeke ragihandin û çapemenî ya heye ku timî karê wî sipîkirina vê pelê û rûyê reş e.

Di navberê her du teroran de ya 13´ê Gulana 1971´ê û 16´ê Gulana1997´an de jî nêzî 26 sal hene. Di ser ya dawî re 20 sal derbas bûne, cenazeyên qurbaniyên her du teror jî hîna ne diyarin û ji kes û karên wan nayen dayîn. Herî dawî pêşmergeyeke PDK bi xwe dibêjê qûrbaniyên komkûjiya Hewlêrê li rêya nêzî balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê hatine binaxkirin. Her sal jî dema kesûkarên van qûrbaniyan daxwaza cesedên zarokên xwe dikin lê daxwaza wan bê bersiv dihêlin. 

Niha pirraniya Gelê Kurd û hem hêzên ku vê hewildanên wan ji bo yekîtiya neteweyî heye, êdî bi xwe jî dizanin ku hêzeke mîna PDK´ê heta qirika xwe di nava heriya xiyanetê de noq bûye û yekîtiyek bi hêzeke wisa re jî ne tenê nabe, lê şaşiyeke dîrokî ye. Dil nedixwest wisa bibêjê lê rastî bi hîsan tenê nayê şîrovekirin dema mirov mejî û çav jî lê zêde bike, rastiyeke pirr jar dibîne û zirara vê siyaset û rastiya jar jî herî zêde li civakê dibe, hem rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê û hem jî terorên sistematîk kûrahiya vê rastiya bi êş nîşan dide. 

Gelek asayî ye ku di navbera hêzên siyasî yên Kurdan de rikberiyên siyasî heta îdeolojîk jî hebin lê ji holê rakirin û hevkariya bi dijmin û dagirkeran re, nexasim bi israr birêvebirina wê weke siyaset û ji wê û wêdetir jî sistematîkkirina wê jî ji bilî peyva xiyanetê mirov nikarê peyveke din lê bike.

Tişta zelal ew e ku rewşa Rojhilata Navîn tê guhertin û dewlet-neteweyan li hev dikevin. Xwegirêdana bi divûk û navika van hêzên dagirker re ji bilî hilweşîn û peritandinê ti encameke din bi xwe re nayîne. Her roj PDK û Erdogan hartir dibin, ew jî encamên siyaseteke heta niha birêve birine û tiştên heya niha dikin, encam negirtine, nexasim li hemberê PKK´ê wan hartir dike. Rewşa Rojava ye ya wan hartir dike, lewma tesadûf nîne ku roja 16´ê meha Gulana îsal wê hem Erdogan û hem jî Barzanî careke din li dijî tevgera azadiyê ji Emerîkayê hevkariyê bixwazin. Lê hêza ku şoreşa Kurdistanê, tevgera azadiyê û PKK gihîştiyê, çerxa dîrokê bi paş ve nabe. Bûyerên rojên dawî li herêmê têra xwe fêrker in ji bo hêzên ku di nava siyaseta sedsala 20´an de xetimîne.