Rojnameya heftane ya Kurdî Xwebûn hefteya bihûrî di 22'ê kanûnê de dest bi weşanê kiribû û niha hêjmara xwe ya duyê derxist.
Hejmara 2’yê bi manşeta “Bi xêr hatî sala nû” derket. Di vê hêjmarê de mijarên Tîfaqa Neteweyî, têkoşîna jinê, pirsgirêkên Kurdî û Şêx Seîd cihê xwe digirin. Rojnameya Xwebûn a bi Kurmancî û Kirmanckî, vê hefteyê cih daye nivîsên Yildiz Gultekîn, Bîlal Ata Aktaş, Zehram Muhammedzade, Roşan Lezgin, Yaşar Eroglu, Samî Tan, Ayhan Erkmen, Îskender M. Selim û Şener Ozmen.
Di vê hêjmarê de roportajên bi Firat Cewerî û Rengîn Kardelen re jî hene.
AMED