Meş ji ber navenda Çand û hunerê a Baqî Xido b beşdariya dehan xwendekar destpê kir. Xendekarên ku heta riya Cerablus Kobnê meşiyan. Li vir daxuyaniya Konferdesyonê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev dema ku Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di nava şoreşê de jiyan dike, gelek pirsgirêkên civakî û aborî li herêmê derketin û di encamê de gelek ciwan ji welat koçberbûn û berê xwe dan derve. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev koçberî bû sedema ku valahî li herêmê derkeve. Di daxuyaniye de hat zanîn ku ew ê heta dawî ji bo parastina nirxên ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin têbikoşin. Di daxuyaniyê de bang li xwendekaran hate kirin ku malên xwe terk nekin û xwedî li şoreşa azadiyê derbikevin.
Piştî meşê xwendekar bi armanca pişgirtiya şervanên YPG᾿ê çûn ser bendê Kontorlê yên YPG᾿ê ku ser riyên ketin û derketina bajarê Kobanê hatine danîn sekinîn.
KOBANÊ