Xwendekarên ji Amerîkaya Latîn ên ku tevlî kampanyayê bûn, piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd nîşan dan. 9’ê Çileya 2013 li Parîsa paytexta Franseyê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Xwendekarên ji Amerîkaya Latîn bi vê boneyê peyamên piştgiriyê ji bo gelê Kurd şand.

Peyamên xwendekaran ên ji welatên cuda yên Amerîkaya Latîn wiha ne:
-  Ji Şîlîyê ji bo hemû jin û hevalên têkoşînê bilind dikin silav. Bijî Sakîne, Fîdan û Leyla.
- l Qîrînên azadiyê heta vir tên. Ji Kurdistanê re azadî. Ji Arjantînê Elio.
-  Li gorî kevneşopiyên gelê me pêvajoya sêyemîn a jiyanê pêk hat. Piştî peresan û şoreşê êdî dema azadiya gelê Kurd hatiye.
-  Ez ji Kûbayê Zolia. Ji komîsyona jiyaneke din pêkan im. Em li ser şopa Sakîne, Fîdan û Leylayê dimeşin.
- Tenê şerek tê windakirin. Ew jî yê ku nîvçe dimîne. Ez ji Arjantînê Florecia. Ez ji vir ji bo we gelê Kurd silavên xwe dişînim. Bila edalet hevrêyê rêya we be.
-  Ez ji Kûbayê peyama xwe ya ji bo piştgiriya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê dişînim. Destekê didim şoreşa we. Ji aşitiyê re erê.
-  Ji bo gelê Kurd peyam min. Ez  ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê pir xemgîn im. Piştgirî, aşitî û silavên şoreşgerî.
- Ez ji Kûbaya ku beriya 54 salan ku bi gelek zoriyan re azad bû Ana. Em ji bo hemû gelan azadiyê dixwazin. Hêvdar im ev peyama min dê bigihre we. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê aşitî û hezkirin.
- Ez ji Arjantînê Santiago. Bi rêzdarî Sakîne, Fîdan û Leylayê bi bîr tînim. Ew nemir in. Têkoşî û hevaltiya wan didome.
-  Ez ji Paragûayê Nicolas Robin. Ji vir piştgiriya we dikim. Ji bo gelê Kurd edaletê dixwazim.
- Ji Ûrûgûayê Monana. Ji bo kujeran tişta bi xof û tirs dahatûya wan e. Ji bo pêşverûyan jî dahatûyek bê tirs û xof e.
- Ez ji Ûrûgûayê Emi. Ez bayên we par ve dikim.
- Pêtên agirê geş ê berxwedana we ya sor weke di dilê gelê Kurd de, di dilê gelê Amerîkaya Latîn de jî ye. Rûkeniya we hêz û b aweriyê dide me. Ez ji bo Ronahiyan edaletê dixwazim. Ji Brezîlyayê gelê têkoşer hembêz dikim. Fernanda
- Beh ez xwendekarek ji Sahrayê. Li Kûbayê dixwînim. Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna gelê Sahrayê ye.. Ez ji bo gelê Kurd aşitî û edaletê dixwazim.
- Ez dixwazin bi navê xwendekarên li Kûbayê dixwazim vê peyama piştgiriya têkoşîna gelê Kurd gelê Kurd bişînim. Dani, Arjantîn

ANF/HAVANA




Sinn Fein Komkujî şermezar kir

Partiya Sinn Fein a Îrlandaya Bakûr di daxuyaniya ji saziya jinên Kurd a CENI re şand de komkuiya Parîsê ku di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar têde jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.
Berdevkê Rêberê Sinn Feinê Gerry Adams Sean Crowe derbarê qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de da û komkujiyê şermezar kir, ji malbatan re sersaxî xwest.
Sinn Fein bang kir ku berpirsên komkujiyê bên peydakirin û derbixin pêşberê dadger û diyar kir ku ew hêvî dikin ku ev bûyer bandoreke nerênî li ser hevdîtinên pêvajoya aşitiyê yên di navbera hukûmeta Tirk û nunerên Kurdan de neke.
Sinn Feinê bang li hukûmeta Tirk jî kir ku pêvajoyeke berfireh a hevdîtinên bi nunerên Kurdan re bide destpêkirin û diyar kir ku ew destekê didin hemû xebatên di vî warî de.
Berdevk Crowe piştevanî û desteka Sinn Fein a bi gelê Kurd re destnîşan kir.

DUSSELDORF